Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Axa Ev çi rêx bû me xwar?

Axa yê gund pirr maldar bû, bi kerî û sûriyan pez û dewarên wî, xizmetkar û qewraş, kole û xulamên wî hebûn!
Rojekî ew bi tevî xulamekî xwe va diçin nêçîrê, di ber zevîkî da derbas dibin û dinhêrin ku xwediyê zeviyê hinek rêx li ber zeviya xwe valakiriye. Axa difikire, ji xulamê xwe ra dibêje:
-Kuro lawo tu dikarî hinek ji vê rêxa hanê bixwî?
Xulam şaş dimîne û bersiva axê dide;
-Axa yê min, ma ne şerm e ku mirov rêxê bixwe?
Axa dixwaze ku rêxê bi xulam bide xwarin, dibêje:
-Kuro tu ji vê rêxî bixwî ezê dused (200) pez bidim te!
Xulam hinek difikire, dibêje “ez xulamekî me, malê min tune û ez hinek ji vê rêxa bixum wê çi bi min bibe? Hinek dilê min wê lihevkeve, ezê çend rojan nexweşkevim û dûv re baş bim. Lê wê malê minê pirr be û ez heta sax bim, ji kesî ra xulamiyê nekim”. Dibêje:

-Belê axa ezê bixum! Diçe ber rêxê û çenga xwe lê dixe û dixwe. Hinek vedireşe û dûv ra ew axa dîsa diçin nêçîrê. Lê bi rê da her du jî qet xeber nadin, her du jî difikirin.
Axa difikire; “Ma gelo min bi vî rêx da xwarin ka min çi qezenc kir? Dused pezê min çû, xwezî min tiştek awa nekira, lê ku ez poşman bibim xelkê ji min ra çi bêje? Ji axatiya min ra dest nade. Malê min çû lê ji bê aqiliya min bû”….

Xulam difikire; “Gelo xelkê ji min ra nebêje ka te vî malî ji ku anî?

Ji xwarina rêxê!....
Heya ku ez sax bim li dunê wê ji min ra bibe şermekî mezin, baş ew e ku ez xwe ji vî rêxxwarinê xilas bikim.” Bi hev ra şûnva tênê ber wê zeviyê. Xulam dizvire ser axê û dibêje:
-Axa yê min te bê sedem malê xwe da min, were em bazarekî din bikin, tu hinek ji vê rêxê bixwe, bila dîsan malê te ji te ra be!

Axa ji xwe evî dixwest ji Xwedê, ji xulam re got:
-Kuro tu soz bidî ji kesî ra nebêjî, ez qebûl dikim. Xulam soz dide û diçin ber zeviyê, axa jî destê xwe lêdixe û hinek ji rêxê digire û dixwe.

Pişt re bi hev re tênê gund ber derê mala axê, xulam dibêje :
-Axa, vê sibê dema em çûn nêçîrê ez xulam tu axa yê min bûy, ez feqîr tu dewlemend bûy, lê niha dîsa mal yê te ye û dîsa ez xulamê te me, her tişt dîsa wekî berê ye, ne wisa?
Axa dibêje;
-Belê wisa ye.
Xulam dikene û dibêje:
"Madem em dibûn wekî berê lê ev çi rêx bû me xwar?"

M.Nureddin Yekta

  

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan