Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Minê di bavê xwe jî...

Rojek em çend heval li mala Seydayê Mela Evdirrehman Durre bûn. Demek şûnve jê re telefon hat. Pêşî baş axivîn lê dûvre seyda hêrs bû, got „ew kî ne lawoo ku min tehdît bikin, ezê di wan û bavê wan....“
Me zanî seyda gelek aciz kirin, lê me qet tişt nepirsî.

Ev bûyer di salên 2000-2001 da bû. Di wan deman de seyda tim dihat mala me, hima heftê 3 roja li mala me bû. Wî Şerha Dîwana Xanî civandibû, min jê re dinvîsi. Şerh niha hatiye çapkirin pirtûkek gelek mezin e jî. Lê, wî digot min jî dinvîsi, ev şerha herfo herfo bi tiliyên min hatine nivîsandin.

Jiber ku xal û xwarzîtî di navbera me de heye, (ew badikî ye, pismamê xalanê min e) nava me gelek xweş e û boy xwarzîtiya xwe carnan ez jê re hinek tiştên taybetî bêjim jî, ji min naxeyide.

Rojekê min got “xalo zanî çima badika çêrî dê, qîz, xuşkê nakîn û yê bavê dikin?”
Got çawa?
Min got dema eşîrên kurda hêrs dibin, dibên min di diya we... Lê dema badika hêrs dikevin dibên min bavê we.. Heta we jî, rojek wiha da xebera!.. Dema ji were telefon hat û we tehdît kirin!

Fikirî got rast e, lê ta niha ez ne fikirîm ka çima badika ji bavê re didin xebera!

Min got; ku destûra we hebe ezê sedemê wê bêjim, got bêje.
Min got:
Dibên yekî badikî zewiciye, lê cara berê xwe bi jina xwe de nekiriye û ranezaye. Tim dikeve nava ciya û pişta xwe bi jina xwe da dike û radizê.
Jinik çend meha berxwe dide, lê dawî de difikire ku “ez mêrê xwe bibim doktor, bi dizî ji doktor re meselê bêjim, belku ew guhê mêrê min veke”
Rojek ji sibê da dest pê dike “ay mêrik pişta min û zikê min dêşên!..” Va çend roja wiha didomîne, dawî de mêrik dibêje “ka ez te bibim doktor”
Gund li çiyê ye û di nava deviyan de derbas dibin, mêrik dibê "jinik xelk dizewice salekîda zarokekî tîne va bû salekî tu tu hatîyî hêj bi zarok nînî!"
Jinik dibêje "ma jin bi serê xwe zara naynin, mêr tev wan radizên wiha wiha paşê bizarok dimînin, zara tînin."
Mêrik dibêje “tu nexweş î ditirsim ku tu bimrî, de ka were em carek tev hev razên, bila ew hesreta bi me ra nemîne, paşê em biçin doktor”
Piştî razanê mêrik dibê “welle va tiştek gelek xweş e, çima em heroj nakin?” Jinik dibê “tu zanî, dema dixwazî ez heroj di paxila te da me” mêrik dibê piştî em ji doktor werin ku tu baş bî, emê heroj razên.”
Paşê dikevin rê, hinek diçin jinik dibê “pişta min baş bû.” Lehzek din jî dibê “zikê min jî baş bû, em neçin doktor.”

Mêrik dibê “wey hima bi carek tu baş bûy”….
Par vi çaxê bavê min jî nexweş bû, ew jî zik û pişta wî dêşiya, paşê jî pê mir, min bizaniba minê di bavê xwe jî…

Aha Xalo mesela ku badika ji bavê re didin xebera ji vir hatiye…

Xalê min gelek keniya, got “welle ez ne bawer im ji wir tê, lê temsîl gelek xweş bû”

M.Nureddin Yekta
2001
 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan