Deng ji kuva tê te?
Dibên ku mirovekî hebûye û duheb jî jinên wî hebûne. Jina mezin pirr bê exlaqî dikir û tu huzûrekî nedida mêrik. Mêrik lêxist nebû, birçî hîşt nebû, ji mal qewirand nebû!..
Got qenc ew e ku ez biçim ser ziyaretê û ji wî rica bikim belku ew jî dua bike û Xwedê ruhê jina min ya mezin bistîne û ez ji wê xilas bim.
Rojekî çû ser mezelê şehîd û pirr giriya. "Got şehîd, dibên tu şehîdekî mezin î, ji Xwedê rica bike bila Xwedê ruhê jina min ya mezin bistîne, ezê ji te re qurbanekî serjêkim û xêra te li feqîra belav kim."
Piştî dua hat gund, dît ku gundî li ber derê mala wî civiyane. Kêfa wî hat got "Xwedê duayê min û şehîd qebûl kir."
Ji gundiya pirsî "gelo we xêr e hun hatine ber derê me"?
Gundiya gotin; "jina te ya biçûk miriye".
Mêrik hêdîka dîsa berê xwe da şehîd, çû ser mezelê wî û jê ra got:
Şehîdo, şehîdo ma deng ji alî qûnê va tê te? Min çi got û te çi kir?"