Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Diya Mixtar û Melayê gund"

Bi angorê dînê îslamê ji gunehên mezin yek jî îftira ye. Berê bi taybetî di gunda da zêdetir îftirayê dizî, qabî û wek wan dihatkirin, lê li bajara dewlemenda û siyasetmedaran pirr lihev îftira dikirin.

Dema feodalî li welat pirr xwirt bû wê demê kesên pirr mehkûmê îftirayê dibûn Melayê gunda bûn. Şeyx wan dişand gundeki dikir mela, dema wek şeyx neaxivîna şeyx bi yek gotinek wan ji gund davêt û kesî nikaribû xwe biparazta jî. Îja vê dawîyê mirîdê şeyxan gellek bûbûn û dema li mela îftira dikirin mela jî xwe di paraztin.

Sal 1984 bû, meha Sibatê surr, serma û seqema Serhedê. Mela Evdirrehmanê reben cara 54'a bû ku sirgûn dibû. Vêcarê ji Patnosê şandibûn Milazgirê. temenê wî jî derdorê 50/60 hebû. Bixwe mirovek gelek zana û ronekbîr bû. Welatparêzekî gellek qenc bû, lê mixabin wan sala welatparêzî li gellek ciyan belayên mezin danên pêşiya mirov.

Rojek şeyxê mezin yê cinar tê serxweşiya camêrek. Behsa îsqata mirî tê holê. Şeyx dibê

-Ka pera û genim bînin em îsqata wî bigerînin.

Mela dibêje
-Baş e, lê ka feqîr tunene, îsqat mafê feqîra ye. Şeyx dewlemend e îsqat lê naçe , ez jî memur im, miaşê min têra min dike. Gazî deh feqîra bikin em îsqatê li wan parvekin.

Hinek dibên lê heta niha şeyx tim îsqat digerand û nîvî jî dixwar, va çiye?

Mela dibê bawer bin ew îsqata qebûl nebûye û şeyx jî heram xwariye!..

Şeyx dixeyide û diçe, Mehek şûnve muftî gazî mela dike.

Mela gundiyê te dibên tu her meh du cara diçî Erzirumê û dîçê kerxanê. Ez zanim derew e, lê mixabin du heb jî şahid hene, em mecbûr in te bidin mehkemê. Duh mixtar bi tev du gundiya li vir bûn.

Mela dibê baş e, ji kerema xwe re roja mehkema min gazî hersiyan jî bikin, ka bila li ruyê min bêjin.

Roja mehkemê mixtar dibêje, melayê me mirovek nebaş e, miaşê dewlet didê hemi li rêya kerxana serfdike û li pêşiya me jî nimêj dike, em dixwazin hun vî melayî ji vir sirgûn bikin. Aha vay du heb şahid jî hene, wan bi çavên xwe mela li wir dîtine.

Muftî ji şahidan dipirse. Dibên belê me bi çavên xwe li wir dît. Muftî dikene, dibê lê karê we li wir çi bû?

Şahid hinek soro moro dibin, dibên em cahil bûn, lê mela!..

Muftî dibê mela ka xwe biparêze.

Mela dibê mufti efendî ka ji kerema xwe pirske, madem ku ewana wir nasdikin bila bêjin, gelo mehê du cara mirov ji Patnosê biçe Erzirumê, şevek ji li wir bimîne, bi çiqasî li mirov dibe mal.

Dema muftî, mixtar û herdu şahid hesab dikin ku miaşê mela têre du car çûyîna Erzirum û karên li wir nake. Mela dipirse gelo 28 rojên din ez çawa bi çi idare dikim, ka bila bersiva vê jî bidin.

Mixtar û şahid li çav hev dinhêrin, mela dikene, dibe:

"Miftî efendî, bawerbî diya mixtar bî ye û di gunda navê wê pirr derketiye, hemî cîran dibên ku diya mixtar carekê bi duhezar û pênsidî (2500) dide. Way şahid û mixtar dibên li Erzirumê 40 hezar e. Ger dilê min tiştek wisan bixwaze ezê çima biçim Erzirumê, vay diya mixtar bi nan û ava xwe hazir e. Heta du cara biçim Erzirume ezê 40 carî biçim cem diya mixtar. De ka telaqê mixtar û van herdu şahidan bidin dest wan bila sondbixun, mesela diya mixtar rast e an ne.

Mixtar sondixwe dibê ez hay jê nînim, min nû sehkir, lê şahid bê deng dimînin. Miftî xwe hêrs dike û dibê bicehimin biçin, carek din we li vir nebînim.

Mela dibê mixtar tu hatî heyfa şeyx lê te q. diya xwe jî da ser!..

Bi tev derewa mixtar û şeyx disa jî mela sirgûn dikin. Bawerim niha miriye Xwedê rehma xwe lêke.

M.Nureddin Yekta 

Bizvirin rûpela pêkeniyan

   Kurdî  |  Türkçe

Silav û rêz mêvanên hêja hun ser çavan hatin malpera xwe! Bişertê ku navnîşana malperê were dayîn hun dikarin hemî nivîs û kilîbên vê malperê di malperên xwe de biweşînin. Di mnyekta.com de nivîsên rojane, helbest, pêkeni bi niviskî û bi deng hene!

Pêkenîyên Gel

Bi destûra zaliman rêxistinên Îslamî naynê sazkirin.
Kesên di wan rêxistinan de kar bikin bi baweriya xwe re îxanetê dikin!