Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Duayê Seyda paşpê qebûl dibû

Dema ez li Mersînê bûm ji koçberên Kurdistanê Mela Beşîr carnan dihat buroya min, me hinek derd û xeman jihev re digot. Seyda ji hêla Botan bû, ji welat hatibû derkirin, dewleta tirk gunê wan şewitandibû, seyda ji mecbûrê koçber bûbû hatibî Mersînê. Mal, milk hemî ji dest çûbû, jixwe re erebek destan bidest xistîbû zerzewat difrot. Gelek jî henekvan bû. Dema diket hundur digot bi ereba min heneka nekî ha, va ereba îdara malbatek kurd dike, hindik tişt nîne ha;))
Rojekê got ezê bûyerek ku hatiye sere min ji te re bêjim. Min got Seyda fermo ez guhdar im.Seyda bûyer wiha got ji min re, ez jî wek wî gotiye ji xwendevanên hêja re dinvîsînim.
„Rojekê ez ji gundê me diçûm gundê kêlake me. Di nava me de qiyamekî heye, dema min berê xwe da qiyame, min dît ku çokên min nagrin ku ez birêve biçim. Ez rûniştim min destê xwe bilindkir. Min got „ya Rebbî Tu 2 xortên kurd rastî min bînî ku bi destê min bigrin, min ji vî berjorê derxin,“ hêj 5 deqe derbas nebûbû min dît dengek hat.
- Hey kurdo kipirdama yoksa vururz vallah (Hey kurdo xwe tevnede an emê te bikojin welleh)
Min serê xwe guherî ku du heb cendirmê tirka tiving li min rast kirine. Min got we xêr e? Gotin em diçin gundê ha, ka me bide pişta xwe ji vî qiyameyê derbaske!.
Ez fikirîm, bixwe bixwe min got ya Rebbî min çi xwest û Te çi şand pêşiya min?
Min ji cendirman re got law welle ez kal im, temenê min 70 salî ye, min lehzek berê ji Xwedê xwest ku du heb xort rastî min werin min derxin jor, lê way duayê min îro paşpê qebûl dibe.
Wan got em nizanin an me didî pişta xwe derxixî jor an emê gulek berdin te, te bikujin.

Min carê yek da pişta xwe derxist jor, lê ez jî perîşan bûm, belku seetek li erdê mam, wana çend pîna li min xistin û çûn.

Dema ez bixwe ve hatim, hêdî hêdi çûm gundê cîran, xinamiya me ez dîm hate mile min maçkir (li Kurdistanê jin diçûn mile rûsipiya di şûna dest da, boy ku mezhebê kurda bi pirrayî mezhebê Şafiî ye, boy destnimêj neşkê). Xinamiyê got:
Seyda torinê te hinek nexweş e, ka jê re duakî bike. Min destê xwe bilindkir û min got: Ya Rebbî tu vi zarokî tim nexweş bixî, tendurustî qet tunebe, temenê wî kurt be, serî ji bela xilas nebe, çiqas afat û bela hene li cîhanê tu hemiyan bi ser wî de bînî, tu tu demi dilê rehet nediyê!.

Xinamiya min şaş ma û pişta xwe da min çû. Negot ka were ma. Ez çûm maleka din. Lê heftekî şûnve dîsa çûm wî gundî, xinamiya min di eywanê de ez dîm, hima çav lê bû biçûya hundir, min deng lêkir.
- Xinamiyê ka neçe, were ka bêjê torinê me çawa bû?
Xinamiya min ji mecbûrê hat, li min pirsî û got „Seyda welle te nifir kirin lê Xwedê paşpê qebûl kir, torin pirr başe maşellah“. Ez keniyam min got na welle, Xwedê duayê min qebûlkir.
- Lo Seyda te dua nekir te nifir kir
- Bele xinamiyê, lê wê rojê Xwedê ji min hêrsketibû, min çi bigota Wî paşpê qebuldikir, loma min nifir kir kû bibe dua.
Min ji xinamyia xwe re mesela xwe û cendirman jî got. Xinamiya min gelek keniya got Seyda welle rast e.

01.07.2000 Saet: 08:15
M.Nureddin Yekta 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan