Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Duayê kurd û tirkekî

Çîrokek heye, tim cara di civaka kurd de tê gotin. Pirrê caran li ser çavnebarîyê tê bikar anîn.

Dibên ku kurd ji xwe û cîranên xwe re tim dilxwaz in lê tirk ne wisa ne. Väya jî bi pêkenîkî tînin ziman. Pêkenî ye an jî gotinek ecêb e bila ev jî xwendevan bêjin!..

Dibên ku kurd û tirkek ku her du jî pirr feqîr in, diçin hizûra Xwedê. Dibên

-Ya Rebbî em feqîr in û ji te hinek tiştan dixwazin.

Xwedê dibê "em daxwaza bendeyên xwe qebûldikin lê çi kesên ji xwe re çi bixwaze em du (2) qasî wi didin cîranê wî jî. Hun kî çi ji xwe re bixwazin emê du qata bidin hevalê wî, de ka kurdo tu pêşî bixwaze."

Kurd dibê:

-Ya Rebbî ez dixwazim tu 100 pezî 20 dewarî bidî min.

Xwedê dibê baş e min 100 pez û 20 dewar dan te û 200 pez û 40 dewarî jî da cîranê te yê tirk.

Kurd spasiya Xwedê dike û disekine. Xwedê ji yê tirk dipirse ka tu çi dixwazî, dibê

-Ey Allah'ım ez tu tiştek naxwazim sirf çavek min kor ke:))

(yani çavek min du qat ji cirana re ku dibe 2 çavên kurd)

M.Nureddin Yekta

02.05.2000 Saet: 10:42

 
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan