Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Acela min tune

Xalisê Baybûrdî ji Stenbolê bi trenê diçû Erzurimê.

Camêr bilêta trena postê sitendibû lê sarê Expresê bûbû.

Dema kontrolkerê trenê bilêta wî dît, di nava wan da sohbetek wiha derbas bû.

- Xalo tu sarê trena şaş bûyî, va bilêta ya postê ye, lê tren expres e.

* Berxê min çi ferq heye herdu jî tren nînin?

- Bilêta expresê biha ye, posta erzan e!

* Ma ez çi bikim? Karê dewletê ye!

- Xalo xwe nexapîne, an ferqa bilêta bide, an jî peya be sarê postê be

* Lawo ez fêm nakim, ma çima herdu jî tren nînin çima yek biha ye?

- Belê herdujî tren in lê va zû diçe, posta hêdî diçe.

* Ew karê min nîne birarzî, karê makînîst e!

Lê tu acela min tunê, bêje makinîst bila wek postê hêdî hêdi bajo!

M.Nureddin Yekta  
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan