Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Em qezayê biçûk dizanin!
 

- Ez melekê te yê xêrê me, dema tehluka jiyana te çêbe, wezîfa min ew e ku te agahdar bikim.
Mêrik gelek aciz bûbû û dîsa pirsî
- Belê dema ez bi vê jinê re zewicîm hun li ku bûn Xwedê bela xwe bide weeee! We wê demê çima min agahdar nekir?..
Melek dîsa xwe da ber guhê wî û wiha got:
- Qisûrê nenhêre em ancex ji qezayên biçûk dikarin agahdarî bikin!..

Mêrik ji Amedê diçû Wanê, dema ku li balafirê sarbe dengek hat guhê wî
- Eman ha sarê balafirê nebe, va balafira li herêma Bilîsê dikeve û kes jê bi saxî xilas nabe.
Mêrik zivirî li derdorê xwe mêzekir kes nedît. Lê tirsiya û zivîrî mal. Li mal li ber radyoyê xebera guhdarî dike. Û xebera nexweş “Balafira ji Amedê diçû Wanê li Herêma Bilîsê ket û kes jê bi saxî xilas nebû!”
Mêrîk şaş ma, gelo ew kî bû xeber da min!.. Lê karê wi heye mecbûr e, biçine Wanê. Baş e ya herî qenc bi tirênê biçe. Çû bilêta xwe birrî lê dema sarê tirênê be dîsa ew denga, dîsa hat mal, dîsa radio û dîsa xebera ne xweş!
Mêjoyê mêrik baş tevihev bûye, lê karê Wanê?..
- Baş ew e ku ez bi otobosê biçim. Dema sarê otobosê dibe dîsa ew deng.
- Eman ha sar nebe va otobosa birê de qeza dike û kes xilas nabe!.. Mêrik zivirî kes tune, heta jê hat qêriya;
- Tu kî yî loooooooooo, tu çima xeberên wiha didî min, jiyana min xilas dikî?
Tu çima xwe nîsan min nadî ? Ka derkeve ez te bibînim?
Dît xişînek berpê tê, devek nêzîkî guhê wî bû û wiha got;
- Ez melekê te yê xêrê me, dema tehluka jiyana te çêbe, wezîfa min ew e ku te agahdar bikim.
Mêrik gelek aciz bûbû û dîsa pirsî
- Belê dema ez bi vê jinê re zewicîm hun li ku bûn Xwedê bela xwe bide weeee! We wê demê çima min agahdar nekir?..
Melek dîsa xwe da ber guhê wî û wiha got:
- Qisûrê nenhêre em ancex ji qezayên biçûk dikarin agahdarî bikin!..

(Yanî zewac û va jina te qezayê mezin in)
 

M.Nureddin Yekta

 
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan