Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Eman ha behsa wî kûçikî nekin!..

Lê beriya ku ez pêkeniyê binivîsînim, ez dixwazim ji xwendevanên hêja ra behsa hinek muslimanên me bikim, ku ew jî wek mirovên di vê pêkeniyê da, naxwazin behsa kurda bikin. Kelîma „KURD“ demek dûr û dirêj, di navbera musilman û sosyalistan da bûbû wek kirasekî ji agir.
Ku te bida ser zimanê xwe tu dişewitî. Muslimanan digotin eman ha, ev bêje dibe nijaperestî, hun ji dîn derdikevin û mehra jina we betal dibe! Sosyalistan digotin „Ji jiyana nû re astengiyê derdixe û ruhê Lenin pê ezab dibîne. Ji ber vê qasê, zemanekî dirêj me kurda newêribû ku kelîma kurd baniya ser zimanê xwe. Me digot bila dîn û jina me neçin, em jî vê kelîmê naynin ser zimanê xwe. Lê tirk, ereb, fars û yen wek wan bi hezaran milletan, dewleta xwe sazdikirin, bi zimanê xwe dixwendin, her roj siba bi zimanê xwe sonddixwarin, lê ne dînê wan diçu û ne jî jina wan. Ma gelo dînê me û jina me li me mana digerin? Ku delîleki bi dest wan bikeve hima terka me bikin!...

Nexêr, na! Belku hinek ji van muslimanên me İslamê fêm nekiribûn û hinek ji wan jî xulamê xelkê bûn, êdî ger dizanibûn an jî ne!.. Sosyalsit jî, ji hev belawela bûn. Êdî çi tirs ma? Gerek em bikaribin navê xwe bînin ziman. Lê mixabin hêj hinek musilmanên me yên kurd yên ehmeq hene û hêj jî razî nabin ku em bêjin em kurd in!...

Dema mirov li van muslimana mêzedike, hindik dimîne ku mirov ji yên wek Atatürk û Lenin re dua bike! Lewra ji bo kelîma kurdi ewqas allerjiya wan tunebû.

Ez nizanim ev muslimanên me çima ewqas ji xwe ditirsin. An jî, ji dînê xwe şubhe dikin. Gelo ev çi dîn e ku bi kelimekî ji mirov diqete. Halhale Xwedê di Qur’an’a Pîroz da di du ciyan da behsa hebûna milletan dike, wan wek hev dihesibîne û hebûna wan yek ji ayetên xwe qebûldike. (Rum/22, Hucurat/13) Gerek ew bê mêjûyan bizanibin ku, kî înkara milletan bike ew ji dînê xwe dibe.

Ez naxwazim ku vê meselê zêde dirêj bikim, ji ber mijara me pêkenî ye.
- - - - - - - - - - - - - - - - -- - - - - - - - - - - - - - - - -
Dibêjin ku li orta Anatoliyê mirovek hebûye û bi navê xwe Mehmet bûye. Dema ew dimire kurekî wî yê biçûk hebûye. Lawik mezin dibe, li derdorê xwe dinhêre, bavê herkesî heye lê yê wî tuneye. Mereq dike, rojekî ji dayîka xwe dipirse:

-Dayê ma bavê herkesî heye, lê bavê min li ku ye?

Jinik li kurê xwe mêze dike, diqîre ser wi:

-Eman ha tu carek din behsa wî kûçikî nekî!.. Tu carek din behsa wî kûçikî bikî, ezê herdu çavên te birêjim û zimanê te jêkim!..

Kurik ditirse, êdî newêre behsa bavê xwe bike, ne ji diya xwe û ne jî ji cîranan.

Piştî çend salan lawik mezin dibe û hinek cesaret tê wî. Rojekî dîsa ji dayika xwe dipirse, lê mixabin bersiv dîsa wek cara berê ye:

-Eman ha behsa wî kûçikî neke!...

Lawik difikire, gelo dibe ku navbera diya min û bavê min xirav bûbe û ewî li diya min heqaret kiribe, ji wî diya min naxwaze behsa wî bie!.. En qenc ew e ku ez ji hinekên din bipirsim. Diçe bal xalê xwe. Xalo bavê min yekê çawa bû? Xal jî wek diya wî diqîre ser:

-Eman ha behsa wî kûçikî neke!...

Diçe ba metê, dipirse:
-Eman ha behsa wî kûçikî neke!...

Diçe ba cîranan ji wan jî dipirse:
-Eman ha behsa wî kûçikî neke!...

Rojek ji roian cejna Qurbanê ye. Hemî gundî çûne ser mezela û ji miriyê xwe re Qur’anê dixwîn an jî didin xwendin. Lawik diçe ba melayê gund, jê re dibêje:

-Îmam efendî, tu dikarî yasînekî li ser gorra bavê min jî bixwînî?

Mela serê xwe bilind dike, lê dinhêre lê nasnake. Dibêje „belê ezê bixwînim“. Dema xwendina mela xilasdibe, ji lawik dipirse:

-Gelo mezelê bavê te kîjan bû?

Lawik dema mezelê bavê xwe nîşan mela dide, mela bi cinna dikeve:

-Neuzu billah! Lawo tu kurrê wî kûçikî yî? Eman ya Rabbî dîn ji destê me çû. Kurro lawo ji min re behsa wî kûçikî neke!...

Êdî lawik newêre behsa bavê xwe bike heta ku dema leşkeriya wî tê. Ji diya xwe re dibêje,

-Dayê ez diçim leşkeriyê û êdî hew ez têm. Heke tu behsa bavê min bikî ezê şûn ve werim, ger tu behs nekî ez êdî nayêm. Tu vî baş bizanibî!...

Jinik dêna xwe didê lawik rast dibêje, diçe û nayê. Mecbûr dibe û jê re dibêje.

-Kurrê min bavê te mirovekî pirr qenc bû, hemî kesan jê hezdikirin, navê wî Mehmet bû lê ji ber exlaqên wî yên xweş gundiya jê re Mehmet Efendî digotin. Bi xwe karker bû, îdara mala me dikir. Demekî ne xweş bi ser me da hat û em feqîr ketin. Bavê te nikaribû karek ji xwe re bidiya. Duv re em pê hesiyan ku diçe nava mezelan, miriyan dişêlîne, çekên wan dibe divroşe. Gundî pê hesiyan û lê lanetê anîn,. Ji wê rojê şûn ve êdi kesî navê wî nanî ser zimanê xwe.

Lawik difikire „Xwedê xirav bike va dunya rezîl, mirov ji bo îdara mala xwe dikeve çi halî!“ Duv re li çavê diya xwe dinhêre, dibêje:

-Dayikê, bavê min ji bo rizqê min û te xwe perîşan kiriye, kî jê xû dike bila bike, lê gere ez û tu em jê hezbikin, lewra çi kiribe ji bo me kiriye. Ez poşman bûm, heta ku ez rehmetê li bavê xwe nedim xwendin, ez naçim leşkeriyê.

Jinik şaş dimîne, gelo wê çawa rehmet li bavê xwe bide xwendin!

Çend roj şûn ve, mirovekî maldar ji gund dimire, lawik bişev diçe mezelê wi vedike, cenazê wî derdixe derva, bi angorê adeta wî welatî, hemî zêrr û zîvên wî, pereyên wî, pot û çekên wî digire. Mirî datîne ser mezel qulopanî dike û darekî jî di mirî da dikute û wisan dihêle. Bi dizî tê mala xwe.

Dema dibe sibe, gundê bi meselê dihesin, hemî dicivin û dikin qêrîn, zarîn. Gelo ev dizê nû kiye. Ji her yekî dengekî tê:

-Xwedê rehma xwe li Mehmet Efendi bike, ew pirr baş bû, mirî dişêland lê dîsa dikir mezel!
-Xwedê rehma xwe li Mehmet Efendi bike, ew pirr baş bû, me qedrê wî nizanîbû!
-Xwedê rehma xwe li Mehmet Efendi bike, ew pirr baş bû, mirî dişêland lê singekî tê da nedikuta!
-Xwedê rehma xwe li Mehmet Efendi bike, ew pirr baş bû!
-Xwedê rehma xwe li Mehmet Efendi bike!
-Xwedê rehma xwe lê bike!
-Xwedê rehma xwe!......

Jina Mehmet Efendî ku bi vana dihese şaş dimîne, ji kurrê xwe dipirse:
-Lawo ev çi mesele ye ku gundî rehmê ji bavê te re dixwazin?

-Dayika min mirov hetta pirr xiraba nebîne qedrê yên din nizane!...

Çîroka me li vir xilas bû.

Dema me kemalist û sosyalistên didîtin, ku wan nedihîştin em behsa kurdan bikin em gellek aciz dibûn. Lê ku em li hinek muslimanên kurda dinhêrin, hindik maye ku em li kemalist û sosyalistan rehmetê bixwînin.

M.Nureddin Yekta 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan