Evdo çima ewqas digrî?
Rojekê li gundê Xeleka yekê gelek dewlemend miribû. Camêr her çiqas dewlemend bû jî lê kesek ji eqrebayên wî tunebû. Der û cîran gelek berketin lê dîsa jî wek eqreba kesek liser wî nedigiriya. Lê Evdo xaric. Evdo pirr digiriya!
Yekî jê pirsî:
Lo birê Evdo tu çima ewqas digrî?
Evdo got boy cîranê ewqas dewlemend?
Êêê bavô ji te re çi? Mirovê te nîne, bav û birayê te nîne, tu çima ewqas digrî?
Evdo got: “Jixwe bo wî digrîm, ku ewqas dewlemend bû, kesek wî tune, ez jî ne eqrebayê wî me û ew mal milka namîne ji min re.”
M.Nureddin Yekta
|