Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Eydo ji herdu eydiyan jî ma!

Menfeet û çavbirçîbûn car heye mirovan rezîl dike!

Li bal me gundekî heye, navê wî Şêxela ye. Min nedît, lê ji wî gundî hinek hevalên min yên feqîtiyê hebûn wan digotin:

Li gundê me mirovekî heye û navê wî ....ye. Ji ber ku ev mesela hatiye serê wî gundiya navê wî danîne Eydo!

Eydo ji şekir pir hezdike. Ji ber vî jî çiqas eydî çêdibin, Eydo li mala hemî gundiya digere û xelk yek şekirekî digire, ew kulma xwe tije dike û dike cêva xwe. Ev tiştekî kifşe ye û her kes pê dizane. Di eydîkî da camêr difikire dibêje:

"Kurdmeydan gundekî di ber me da ye, vê eydiyê ezê pêşî biçim Kurdmeydanê, ji wir şekirên eydiyê top kim û dûv re werim gundê xwe li wir jî top kim. Êêê.. şekirê du gunda wê demek dirêj têra min bike."

Sibê diçe mizgeftê ji bona nimêja eydiyê, lê Xwedê ji mela razî be, wê rojê wa'zê dunê hatine bîra wî û dev ji cemaetê bernade, dirêj dike û dirêj dike!.... Piştî nimêje gundî li ber derê mizgeftê eydiya hev pîroz dikin. Hinek jî zeman li wir derbas dibe. Nihayet Eydo ji gundiya xwe xilas dike û berê xwe dide Kurdmeydanê.. Dema tê navbera her du gunda, li wir çemekî heye jê re dibêjin çemê newala Milkê. Eydo li ber çem disekine û li rojê dinhêre kû roj hatiye dema nîvro. Dibêje "ez heta biçim Kurdmeydanê dibe derengî û êdî şerme ku ez li mala bigerim. Qenc ew e ku hêj dem zû ye, ez bizvirim gundê xwe û li wir şekira bicivînim.

Eydo berê xwe dide Şêxela û tê, lê mixabin heta ku tê gund, gundî li eydiyê geriyane û her kes çûye mala xwe. Êdî rûyê camêr nagire ku li eydiyê bigere. Bi vî awahî ji kerba nexweş dikeve. Gundî bi mesela camêr dihesin û navê wî datînin Eydo û dibêjin:

"Eydo bi şekirê gundekî razî nedibû, xwest ku di rojekî da du eydiya bike, lê mixabin ji her du eydiyan jî ma.

"Eydo ji her du eydiya ma" bu gotinekî û ket devê xelkê.

M.Nureddin Yekta

 
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan