Ez bi Xwedê re diaxivim!
Musa demekî dirêj sekinî, fikirî serê xwe hejand û bi xwe bi xwe digot Allah Allah! Dûv re berê xwe da min û axivî:
-Wellahî te tiştekî wisa rast got ku Xwedê tu rê ki nebîne û te xilas neke!" Hinek sekinî dîsa pirsî: "Gelo dengê Xwedê nahat min Wî ji te ra çi got?
Ez di sala 1997 an da hatim Almanyayê. Sê (3) meha mam li kampa Dürenê, piştî wî min şandin gundekî Paderbornê "Salzkotten"ê. Ciyê me gelek nebaş bû. Tu xeberek ji mehkema min nedihat. Wisan kifşe bû ku mehkema Alman dilê wî tunebû ku pasportê bide min, ji ber ku wan min mirovekî siyasî nedidîtin halê ku 12 sal û 6 meh jî cezayê min hebû.
Salzkotten her çiqas gund bû jî, lê bi qasî bajarekî mezin hebû. Di vî bajarî da ji min bêtir kesî nimêj nedikir. Odekî biçûk dabûn me çar heba. Ciyê runiştandinê jî bi dest nediket. Masekî me ya dirêj hebû û min seccada xwe li ser masê radixist û nimêj dikir. Hevalekî min hebû ji tirkê Rihayê navê wî Musa bû. Her çiqas tirk bû jî, di mehkemê da gotibû "ez kurd im û dewleta tirk li min zorê dike". Ji xwe ev qedera me ye, "tirk me millet nahesibînin lê dema kara wan hebe xwe dikin kurd!"
Rojekî wî xwe di nava ciyê xwe da dirêj kiribû û min got qey razaye. Êvar bû wextê nimêja îşayê. Min seccada xwe li ser masê raxist û piştî nimêjê min bi dilekî şewitî dua kir. Lê bê îxtiyariya min dengê min çûye hevalê min û min dî serê xwe bilindkir û pirsî:
-Mamosta tu bi kî ra diaxivî? Min got:
-Ez bi Xwedê ra diaxivim. Musa li çavên min mêzekir û bawer kir ku ez bi Xwedê ra diaxivim, şaş ma û pirsî:
-Tu çi dibêjî ji Xwedê ra?
Min got ez dibêm: "Ey Xweda yê min! Di vî bajarê hanê da ji min bêtir kes ji te re secde nabe û serê xwe ji te re natewîne, tu rojekî pêş da passa min bişînî û min ji vî bajarê qirêj xilas kî!
Musa demekî dirêj sekinî, fikirî serê xwe hejand û bi xwe bi xwe digot Allah Allah! Dûv re berê xwe da min û axivî:
-Wellahî te tiştekî wisa rast got ku Xwedê tu rê ki nebîne û te xilas neke!" Hinek sekinî dîsa pirsî: "Gelo dengê Xwedê nahat min Wî ji te ra çi got?
Ez keniyam û min got Musa wellahî deng nay min jî, lê ez bawerim wê tiştekî bêje.
Çend roj şûn va pasaa min hat, min mizgîn da Musa û jê pirsî:
-Musa Xwedê passa min şand, lê ez nizanim duayê min bû an jî yê te?
Musa hinek sekinî û got:
-Ez nizanim duayê ki ye, lê ya ku min fêm kir, mirov bi rastî gazî Xwedê bike Xwedê mirov xilas dike!
M.Nureddin Yekta |