Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Ez qarişi işê Xwedê nabim

Vê êvarê min û dostek xwe di MSNê de hinek sohbet kir. Di sohbetê de me hinek behsa karên dinya û axretê kir. Hevalê min got ku "ditirsim ku dunya me ya din jî wiha xirav be." Ez keniyam min got "kurd milletek mezlûm e, hêvîdar im ku li wir rewşa me baş be, lê ez qarişî işê Xwedê nabim."
Ev gotina min ji pêkenîkî min dihat, loma min got û ez keniyam.
 
Niha ezê ji xwendevanên kurdwebê re pêkeniyê binvîsim. Wek xwendevanên hêja dizanin rojên Yekşema pêkenîkî tê nivîsandin, de îja îro hinek derengî ketibe jî bila li qisûra min nenhêrin:))
 
Dibên mirovek hebûye, heroj digot ez nizanim Xwedê van kêzikên rêxê (kêzikên reş yên rêxa heywana topdikin û dibin qula xwe ji boy zivistanê) boy çi afirandiye? Him dibêje him jî xwe aciz dike. "Ka fêda van kêzikan çi heye!"

Rojek nexweş dikeve, dibin doktor, doktor dibêje dermanê te "tuyê kêzikên rêxê di nava rûn de biqelînî û heftekî bixwî, an çara te tune." Mêrik dibê "ez bimrim jî ez kêzika naxum." Lê roj biroj saet bi saet diçe mêrik xirav dibe. Diçe bal çend doktorên din jî hemî eynî dermanî tewsiye dikin. Feqîro bêçare dimîne û dişîne hinek kêzika dicivînin, wek doktora gotine di nava rûn de diqelînin û mêrik 2 hefta dixwe û baş dibe.

Demek şûnve, rojekî di geştiyekê de diçin, di nava deryayê de firtone radibe, qêrin bi xelkê dikeve, yên digirîn, yên gazî Xwedê dikin, yên gazî şêyxê xwe dikin! Lê camêr qet mû dixwe tevnade. Yek tanek lêdide û dibê "heyra ku tu çima qet deng nakî, tu nabînî wa geştî werdigere, em hemî dixeniqin?"
Camêr dibê  "ez çi bikim? Min di jiyana xwe de carek bi karê Xwedê eleqe kir, wê carê jî bi min kêzikên rêxê da xwarin, êdî min tobe kiriye ez hew têkilî bi karê Xwedê dikim (qarişî işê Xwedê nabim). Ew çawa dike ew dizane, ez pê eleqeder nakim!
 
Hêvîdar im bi dilê we be:))

M.Nureddin Yekta 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan