Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Fatîhe 3 kelîme ye!

Seydayê Mela Seydixan Yersiz (Muş/Bulanik/Oncali sala 1973-74 min li cem wî dixwend, Xwedê hezar rehma xwe lêke) digot: "Rojekê yekî birayê xwe bi tev bûkê va anî got Seyda ji kerema xwe ra nikaha wan bibire.
Min got ba
ş e, kesên ez nîkaha wan dibirim ji wan hin tiştan dipirsim, ger bizanibin ezê nîkaha wan bibirim. Min camêr derxist derva, mam ez û bûk û zava. Min ji zava pirsî tu fatihê dizanî bixûnî?
- Got na Seyda ez nizanim.
Min pirsî şertên islamê çend in?
- Got heyşt in
Min got here, vana fêrbe û were pa
şê ez nîkaha we bibirim.
Lawik derket ber derî, birê wî li ber derê guhdariya me kiriye got "kuro lawo hey ker kurê kerê fatihe sê kelime ye, hey ehmeqê kurê ehmeqa, çawa nizanî.
Elhemdulillahi rebbilalemino, malki yewmiddinô, dalino amino.
- Ne min ji te ra got ku Seyda pirsî bêje şertên Îslamê pênc in, çima te got heyşt?
- Abî seyda heyşt qebûl nekir, wê çawa pênca qebûl bikira
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan