Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Goştê Rûvî tê xwarin?

Sal 1983 bû. Em 270 Îmam û xebatkarên Diyanetê li Xarpêtê li semîrekê bûn. Roja yekem midurê Qursê di civînê da got: "Em ji muftiya daxwaz dikin ku hevalên kêmasiyên wan hebin bişînin cem me ku em hinekî wan fêr bikin, lê em dibînin ku muftî ji kê aciz bin wan dişînin, le dîsa jî em we 45 rojan ji dirdira jinan û zirzira muftiyan xelas dikin.

Wan deman ez hêj pirr ciwan bûm û gelek jî enerjîk bûm. Me ji cemaetên Tirka yên îslamî omid dikir ku wê qanûna Îlahî bînin Tirkiyê, loma jî min gelek girîngî dabû ser xebatê. Min li ku kê bidiya jê ra doza xwe digot. Her wiha di qursê da jî wisan bû. Loma jî gelek îmamên heval dor li min digirtin û tişt dipirsîn.

Rojekê dîsa wiha çend heval hebûn em diaxivîn. Îmamek ji meletû hat pirsî got hun çi diaxivin?

Yekî got em hin tişta ji mela Nuredîn dipirsin ew jî bersiv dide.

Got aha pirsek min jî heye. Mela hun Şafiî goştê rûvî dixun?

Min got li mezhebê me xwarina goştê rûvî tehrimen mekrûh e!

Got: "Wî kûçik goştê rûvî naxwe, Şafiî çawa dixun?

Min got: Kûçik jî wek te henefî ye loma goştê rûvî naxwe.

Got welle ez nizanim êdî çi bêjim.

Yekî bicehime biçe te em rezîl kirin.

M.Nureddin Yekta 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan