Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Gundê Sofî Çaço tê da be!
 

 Bişarekî pismamê min heye digot:
 Rojeki ez li ber derê mala xwe sekinîbûm. Min dît ku du heb merifê ji hêla me hatin gund. Dema hatin ber derî silav dan û gotin "tu mêvana xweyî dikî?" Min got "belê ser sera ser çavan, kerem kin werin hundir." Dema hatin runiştin, min pirsa wan kir "hun kî ne û li çi digerin"?
 
 Gotin; "em ji xwe re li du heb çêleka digerin ji bo malê". Min got: "Belê çend heb çêlekê min henin, ez dixwazim wan bifiroşim û ji xwe re di şûna wan de pez dikirim, lê binêrin ger hun qebûl kin ezê du heba bidim we." Camêra li çêleka nihêrin û du heb ecibandin. Bihayê wan dan û xwestin ku birêkevin, min nehîşt, min got "heta hun nîvrojê nexwin hun naçin". Wan qebûl kir û yekî ji wan got "ezê destmêja xwe teze kim û nimêj bikim". Min misînê avê tijekir da destê wî pê re derketim ber derî, xirbekî li pişt mala me hebû min da nişan û ez zivirîm mal cem yên din. Ez hêj rûneniştibûm min dît ket nava derî û got:
 
 -Birayê Bişar tu bi qedrê Xwedê kî, ka were ber derî evî ku ezana nîvro dixwîne gelo ne Sofî Çaço ye?
 Ez derketim ber derî, min guhdarî kir, belê Sofî Çaço ezanê dixwîne. Min got; "belê ew e". Camêr hima gazî hevalê xwe kir:
 -Kuro Heso ecele were lawo Çaço di vî gundî da ezan dixwîne! Berê xwe da min got; "Birayê Bişar ji kerema xwe re perê min bide ez poşman bûm." Min perê wi dayê û misînê xwe danî erdê û birêketin. Min gazî kir "mêvanên hêja çêleka nekirin, lê nîvrojê bixwin, nimêja xwe bikin û dûv re dîsan herin". Camêr li pey xwe zivirî got:
 "Birayê Bişar ew gundê ku Sofî Çaço tê da ezan bixwîn ez ne ji wî gundî çêleka dikirim, ne li wî gundî nimêj dikim û ne jî di wî gundî da mîz dikim, min ef bike kekê min bi xatirê te".
 

 M.Nureddin Yekta
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan