Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Min got hespê bîne te ker anî!

Li welatê roma ji paşayên 12 Êlûnê paşayek bi navê Tehsin hebû. Tehsîn paşa rojek li qizilaya paytext digeriya û çû ber hêkelî Kalê Roma. Dema li derdorê hêkel digeriya dengek hatê
- Lo Tehso kuro ji min re hespekî bîne ezê ji vî welatê birevim!
Tehsin li derdorê xwe nihêrî kes nedît! Hella hella va çi ecêb bû. Kes tune û deng heye.

Paşa wiha difikirî lê deng dîsa hatê
- Lo Tehso kuro min got here ji min re hespekî bîne ezê ji vî welatî birevim, ma deng nay te?
Tehsin li hêkel nihêrî bala xwe dayê Kalo diaxive. Tehsîn ji kêfa mabû bifire. Ta niha digotun Kalo naaxive lê îro way bi wî re diaxive! Tehsîn çû ber hêkelê kalo;
- Kalê me ez qurban tu çima acizbu yî ji me?

Kalo pirr hêrsketiye û got
- Law kî li vî welatî gûkî dixwe, dibê dustûr û înqilabên kalo ye. Li vê dunya hanê jî dara di min re dikin, ezê ji ber van bêbavan birevim.
Tehsin got ser çava kalo ezê hespekî bînim. Tehsin got û birêket, him diçe him jî difikire, “ezê vê bûyerê ji serokê xwe Kenno paşa re bêjim ka ew çi difikire.
Dema Tehsin paşa çû cem Kenno paşa û jê re bûyer got. Kenno got ku emê sibê bi hev re biçin ka Kalo çi ferman dike.

Roja din bihev re çûn qizilayê ber hêkelê Kalo.

Herdu mane heyrî ka çi dem deng ji hêkel derkeve. Lehzek din dengek hat;
- Lo Tehso, hey kerê kurê kerê!. Min duh ji te re got biçe ji min re hespekî bîne ezê ji vî welatî birevîm, lê te çi kir? Te çû kerek anî!..

M.Nureddin Yekta
18.11.2006

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan