Hun ji
înadê min re nimêjê dirêj dikin
Ez demekî li Varto yê mela bûm. Li wir
camêrekî hebû ji ber qebîla wî şêx bûn ji wî ra jî digotin Şêx Abdussemed.
Abdussemed her çiqas şêx bû jî, lê sofîtiya wî pirr tunebû. Êvara eydiya
Remezanê ji mal hêrs dikeve û diçe sûkê. Xelk hemî çûne mizgeftê nimêja
"selatuttesbîh" dikin.
Kurd ji vê nimêjê ra nimêja dirêj jî dibêjin. Abdussemed dibêje "qenc ew e
ku ez jî biçim mizgeftê belku ez hineka li wir bibînin û hinek bîhna min
derkeve". Mixabin sal li jor bin jî, şêx hêj nimêja dirêj nekiriye. Ev qissa
wî bi devê xwe ji min ra neqil kir û got:
Min berê xwe da mizgeftê, ez dema ketim hundir min dît ku cemaet ji rukûê
rabûye. Min niyeta xwe anî û ez tabiê cemaetê bûm, îman got Ellahu-ekber çû
secdê û hew serê xwe bilnd kir. Min carek serê xwe bilind kir, min dît ku
herkes di secdê da ye, min carek din serê xwe danî, ez hinek sekinîm, min
xwend û serê xwe bilindkir, min dît dîsa herkes di secdê da ye, cara sisiya
ku min serê xwe bilindkir û min dît ku hemî di secdê da nin min got:
"Va çil (40) sal e ez carek hatim camiyê, ew jî we kiriye înadê min û hun
nimêjê dirêj dikin, madem ku înad e, kî heta sibê serê xwe bilind ke, ker dê
û jina wan... de serê xwe deynin!....
Cemaet bi tevî mela va hemî bi min keniyan, mela got "Xwedê te bikuje, wekî
ku tu nizanî nimêj bikî çi karê te li mizgeftê heye û heta te nimêja me
hemiya da betalkirin?
M.Nureddin Yekta
|