Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Ka binhêre tu kavirê min jî dibînî?

Li Bongila du gundê kurmanca hene di çiyê de. Ji wan gunda mirovek kavirekî xwe dibe Gêncê ku bifroşe û ji zarok û malê re hinek mesrefê bike. Dema diçe nêzîkî Gêncê dibe wextê nimêjê. Bixwe bixwe dibêje baş ew e ku ez nimêj bikim paşê dakevim bajêr.

Destmêja xwe digire û kavirê xwe bi hesineki mezin ve girêdide, dema li ser nimêjê ye, deng bi hesin dikeve. Dema nimêj diqede selam dide dinhere ku ne kavir ne jî hesinê mezin tunene.

Ji hinek mirovên dimilî li wan dera dipirse.
-Lo birano min kavirê xwe bi hesinekî ve girêda û nimêjkir, pistî nimêje ne hesin û ne jî kavir tune ne gelo kuva çûn hun dizanin!

Yek dibêje apo ew hesina navê wî tiran e, wê demê sekinîbû lê dûvre birêket û çû, kavirê te jî pêre çû.

Apo pir xemgîn dibe û diçe bajêr otelekî. Lê nakeve nava ciya hima bitevî pota xwe di bin karoliyê de dirêj dike.

Lehzek din xwediyê otelê dinhêre ku apo tune, radibe wê odê dide camêrekî din.

Camêr bitev jina xwe li ser ciya xwe dirêj dikin. Mêrik dixwaze hinek ji jina xwe re îltifatê bike û jê re dibê: "Xanima min dema ez li çavên te dinhêrim hemî Kurdistanê tê de dibinim"

Dema ev gotina tê guhê apo, hêdîka ji bin karyolê derdikeve û dibêje ka baş binhêre tu kavirê min jî dibînî an ne?

Va pêkeniya Kek Mehmû U. Ji min re got, got bila ev jî di ber pêkeniya te ya "Zaza kîne ya Musa" da be!...

02.08.2000
M.Nureddin Yekta
 
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan

Bi destûra zaliman rêxistinên Îslamî naynê sazkirin.
Kesên di wan rêxistinan de kar bikin bi baweriya xwe re îxanetê dikin!