Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Ji niha ve kemalîst im!

Berê demekê mêvanek min hatibû em bi hev re çûn aşxanekê daku şîvê bixun. Pişti ku em rûniştin bi cend deqan, me dît camêrek hat ser masa me. Min ew camêr nasnedikir, lê mêvanê min ew nasdikir.

Pişti ku me li hev pîrsî. Mêvan me bihev da naskirin.
Got “va camêra filankes e, demek berpisiyarek ji xebatkarên PKK bû, lê niha dev jê berdaye, êdî di mala xwe de rûniştiyê û dibê ez kurd im
 
Camêr pêşî li çavên mêvan û dûvre jî li çavên min nihêrî û bi ken got: “Kekê Mela tu li M.H. nenhêre, ew tim tişta nivcû dibêje.
Min pirsî, nivcûûû? Çawa yanî ? 
 
Got belê nîvcû dibêje, ez tenê ne kurd im, belku ez hem kurd im him jî kemalîst im, yani kurdek kemalîst! îja ku bo hun baş fêm bikin ez ji we re tam bibêjim.
 
“Dema ez zarok bûm û nû diçûm dibistanê, mamostên me, ji me re pirr behsa Ataturk dikirin. Wisan ketibû sere me ku ger mirov nebe kemalîst mirov ne însan e. Piştî demekê ez çûm medresê. Seydayê me jî behsa Mela Mistefayê nemir dikir. Min pişta xwe da kemal û berê xwe da M.Mistefa Barzanî. Demek şûnve PKK derket. Gelek propagandayê xweş dikirin. otonomi nabe, federalî nabe, vaya îxanet e. Baş ev e ku em Kurditanek Serbixwe ava bikin ji hemî parçeyan!
Ez fikirîm min got welle ev ji hemî baştir e. Min jî wek gelekan got bijî Serok Apo.
Her çiqas carnan digotin biratiya gelan jî, hinekên din digotin va siyaste e, taktîk e. Min jî serê xwe dihecand. Lê dûvre derket ku Kurdistan û serbixwetî taktik bû. Esas biratîya gelan pewîst bû bo me. Min dev jê berda. Min got dîsa çi hebe li Başûr heye. Çawa hebe rêya Barzaniyê nemir e!
Îja ez niha dinhêrim way ku berpirsiyarên me yên Başûr jî behsa biratî û dostiya tirk û kurdan dikin, wek ku panzde sal berê pkk çawa bahs dikir û dûvre got hima kemalîzm tenê bese! Ez ditirsim ku deh sal şûnve jî, îja Başur bêje biratiya tirk û kurdan liser esasê kemalîzme baştir e, bijî biratiya tirk û kurdan bijî kemalîzm!...
De îja min efû kin salê min çûn jorê. Tim xelkê digot û min dida peywan wele îja min dil heye hima ji niha ve ez bêjim ez kemalîst im, ma ezê çima 10-15 sala sebir kim!

Em gelek keniyan, min got ka ez jî bo te pêkenîkî bêjim.
Dibên kurê jineka file miriye. Jinikê şîneka pirr xerîb dikir.
Cîranên wê, ewê tesellî kirin û gotin de way miriye û çûye ber rehma Xwedê gihîşt Hz. Îsa.
Jinikê got ez bo mirina wî nagrîm. Beriya mirina xwe bi panzde (15) rojan bûbû misliman. Îsa jê xeyidiye, Mihemed jî nasnake. Kurê min ma bê pêxember loma ez ewqas digrîm.
Min got bira welle Bakur û başûr ji te xeyîdîn û kemalîst ji te nasnakin, halê te pîrr xirav e !

Camêr em gelek dan kenandin. Belku min di jiana xwe de wek wî mirovek bi esprî nedîbû. Gellek tişt gotin lê naxwazim hemiyan di vir de binvîsînim. Ewî, ji wek ku min nivîsiye baştir digot, em ji kena ji xwe çûn. Loma min xwest ez ji we xwendevanên hêja re binvîsînim. Armanca min ew bû ku hun stresan ji ser xwe bavêjin. De îja ji çîrokê jî hisek bo me heye tune ye, ewî jî hun dizanin.

 
Bi hêviya bi dilê we be.
Bimînin dixweşiyê de

M.Nûreddîn Yekta
 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan

Bi destûra zaliman rêxistinên Îslamî naynê sazkirin.
Kesên di wan rêxistinan de kar bikin bi baweriya xwe re îxanetê dikin!