Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Kifte û qulên gorrê!

Dibên mirovekî pirr tima hebûye, di jiyana xwe de, tu wext xêr nekiriye û sedeqan nedaye. Her çiqas xelkê jê re digot "tuyê rojek bimrî û pewîstiya te bi xêr û xêratan hebe" jî, wî guh nedida kesî.
Rojek ji rojan li ber derî xwe kiftan duxwe. Yekî rêwî derbas dibe, sitûyê xwe xwar dike, dibê "ez pirr birçî me va 3 roj e min xwarin nexwariye, gelo dikarim tev te xwarinê bixum?" Mêrik kiftekî dide rêwî. Rêwî spasiya wî dike û diçe.
Dema ev mirovê me yê tima dimre gorra wî qul dibe, bi sedan qûl çêdibin û ji hemî qulan agir tênê (ser da dibare). Mêrik dizare "gelo kes tune min ji vî agirî xilas ke"?

Melaîketek dibê li vir kes tunene, ger xêrên te hebin ancex ew li hewariya te werin, "gelo te qet xêr kiriye"?

Mêrik dibê min di jiyana xwe de yek kiftekî sedeqe dabû rêwîkî.

Melaiket dibê de gazî kifta xwe ke.

Mêrîk dibê "Lo kifteeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeee!"

Kiftê tê.

Mêrik dibê van qulan bigre, agir min dişewitîne. Kiftê reben, kijan qulê digre yên din vekirî dimînin.

Mêrik dibê "kifte bextê te da me kifteeeeeeee!.."

Kiftê dibi "ez çi bikin, kifte yek qul hezar, kîjanî bigrim kijanî negrim?"

Va pêkeniya dema ku karê yekî pirr be, an jî ji malbat û hevalan herkes pirr tiştî jê bixwaze, boy xwe xilas ke vê pêkeniya dibêje.

M.Nureddin Yekta 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan