Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Ey Xwedê min got kîjan deriyê veke û te çi deri vekir?

Mirovek me yê serhedî genim dajo.
Dema genim digihîjê, rojekê diçe nava zeviya xwe, dibêje ka ez li simla binhêrim îsal rewşa genim çî ye. Pisporên ziraetê li welat gelek zanayî bûn. Dijmartin di qeremetrekî da çend simil hene, di her simlekî da çend genim heye û di qeremetrekî da çiqas (katolik, teneke, kilo) genim heye. Bi vî awahî hesabê zeviya xwe dikirin ka di zeviyê da wê ew sal çiqas genim hilde.

Camêrê me yê serhedi jî diçe nava zeviya xwe û li alîkî dest davêje simlekî lê dinhêre şûna heba pirr in lê hemî vala ne. Yeka din dinhêre ew jî vala ye, yeka din jî, yeka din jî… Bi vî awahî gelek simil qontrol kir û hemi vala derketin. Moralê wî şîkest, got eywax îsal genim tune mala min xirav bû, ka ezê çi bikim.


Destê xwe bilindkir û dua kir:
„Ey Xweda yê min, te îsal genim neda min, simil vala ne, ka ezê çi bikim! Ey Rebbê min ka ji min ra derîkî xêrê veke!“

Hima di wê demê da jina wî jî tê cem wî. Bakî gurr tê, ba lê dixe pêşa jinikê bilind dibê, binê pêşê dixûyê.

Mêrîk carek din destê xwe bilind dike û dibêje „Rebbê min min got derîkî xêrê veke hima ne ev deriya bû, ez heroj vî deriyê han dibînim tu derîkî din vekî ji min ra!“

M. Nureddin Yekta

 
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan