Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Kûçik çima diewtin?

Xweda yê Teala her tiştên kû afirandiye, miheqqeq jê re sedemekî heye. Tu tişt bê sedem nahatine afirandin. Hinek tişt em sedemên wan dizanin lê hinekan jî em hêj sedemên wan hînebûne. Çi em sedeman bizanibion û çi jî em nizanibin, gerek em bizanibin ku, wan tiştana ji bo hinek wezîfeyan û ji bo hinek menfeetên mirovaniyê hatine afirandin û roj hebe emê sedemên wan bizanibin!...
Hunê bêjin gelo Xwedê çima kûçik afirandiye?

Ji xwe pêkeniya me ya vê mehê jî li ser afirandina kûçika ye. Berî ku em bersiva vê pirsî bidin, ez dixwazim ji xwendevanên hêja ra çîrokekî Hz. Musa û kûçika binivîsînim.

Dibêjin ku Hz. Musa rojekî ji gundê xwe derketiye û çûye gundekî dinê, ji bo ku Dînê Xwedê teblîxî wan bike. Dema Hz. Mûsa çûye ber gund, hemî kûçîkên gund hatine pêşîya Hz. Musa û awtiyane Wî. Hz. Mûsa çiqas xwestiye ku biçe gund, kûçikan hemî gotina xwe kirine yek û awtiyane Wî û nehîştine ku Hz. Mûsa biçe gund. Hz. Mûsa bala xwe didê ku çare tune, difikire dibêje ez bi vana ra biaxivim, belku min nasbikin û ji çûyîna min re astengiyê dernexin. Dûv re gazî wan dike:

-Gelî kûçika! Ez Hz. Mûsa me, Pêxemberê Xweda me, hatime gundê we, ji bo teblîxa Dînê Xwedê bikim, ev wezîfa min e, Xwedê wisan emirkiriye, bihêlin ez wezîfa xwe pêkbînim!

Kûçika li çavên hev du mêzekirine û yek ji wan parê pêşda hatiye û bersiv daye:

-Ya Hz. Mûsa em te nasdikin û em dizanin kû tu Qasidê emrê Xweda yî, lê em jî mexlûqên Xwedê nin û Wî em jî afirandine ku em jî hinek wezîfa pêkbînin. Wezîfa me ya herî mezin ev e ku, mirovên nenas werin gund em biawtin wan û xwediyên xwe bihatina nenasan bidin hesandin. Gerek tu li qisûra me nenhêrî, ger em wezîfa xwe pêkneynin em birçî dimînin.

Hz. Mûsa dibêjê:
Heqê we jî heye, lê we wezîfa xwe pêkanî, de înca bihêlin ez derbasî gund bibim.

Kûçik dibêjin:

-Ya Hz. Mûsa hêj wezîfa me temam nebûye, gerek em bi ewtin te û tu jî darê (asa) xwe li dor xwe bigerînî ku hinek ji me bi te negirin, ta ku em bi hev re biçin gund. Dema em çûn gund, wê xwediyên me werin pêşîya te, me ji te biqetînin. Wê demê wezîfa me xilasdibe û tu dikarî dest bi wezîfa xwe bikî!...

Çîroka me li vir dawî lêhat, lê me fêm kir ku mexlûqên Xwedê çi dibin bila bibin ji wan ra jî hinek wezîfe hene. Lê gelo hemî mexlûq wezîfa xwe tam pêktînin? Herwekî kûçikan. Wekî em dizanin kû pêşê me kurda gotine „kûçik ji wezifa xwe re dilsoz e“.

Gelo hemî kûçik wisa ne. Nexêr. Hinek kûçik li berderê xweyê xwe diawtin, hinek li ber pez, hinek li ber bostan! Lê hinek jî tu karek bi wan nabe, ji xwe re derî bi derî digerin ku yek loqekî nan bavêje ber wan. Li ku rast bên li wir diawtin, diawtin nas û nenasa hemiyan. Xwediyên xwe û dijminan!.. Ez bawerim ji wan ra „kûçikê navgundî an jî kûçikê tol“ dihat gotinê.

Hunê bêjin ew çima diawtin? Heta carnan serê xwe berjor dikin, qîlên xwe derdixin û dizûrin gelo çima?

Ezê bêjin ji bo xelk bizanibe ku bîhna kûçikiyê ji wan tê, her ewe hew!

Hunê bêjin: Gelo çi zirarekî wan çêdibe?“
Belê tu zirar ji awtandina wan tune, heta dikarin bila biawtin. Çi gotine pêşe me:

-Kûçikê ku bimirova bigire (mirovan gezbike) qîlê xwe nişannade!

Ereb jî dibêjin: „La yedurrul-marrete lîbabul-kîlab“ (awtandina kûçikan zirar nade rêwiyan)

Tirk jî dibêjin: „İt ürür, kervan yürür“. (Kûçik diawtin karwan diçin)

Heta meha bê, bi xatirê we. Bi silavên biratî

M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan