Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Kusî û Rûvî

Kûsî û Rûvî bûbûn bira. An jî destebira dibên li hin herêma. Biratiya wan demek dirêj domand.

Rojekê rûvî got “birê kûsî were em îsal hinek genim bajon, ji ber ku zivistana em birçî dimînin.” Kûsî got “baş e bira”
Genim ajotin. Ew sal, salek gelek bi bereket bû. Baran dibarî çandinî gelek gurr û xwirtbû,  similan ji yekî bist-sîh didan.
 
Dema çinînê hat, herdu bira genimê xwe çinîn, kutan û libakirin, genim û ka ji hevdu qetandin û herkê danîn alîkî.
 
Rûvî xwest planek li serê kûsî çêke, dilê rûvî heye genim ji xwe ra bigre ka jî bide kûsî. Rûvî dest bi axavtinê kir û di navbera wan da xeberdanek wiha çêbû.
 
Rûvî:  Bira ez dixwazim em genim û ka li hev parvekin tu çi dibêjî?
Kûsî:  Tu zanî keko, çawa dixwazî em wisa bikin.
Rûvî:  Bila genim ji birayê mezin ra ka jî ji birayê biçûk ra be tu çi dibêjî?
Kûsî got gelek maqûl e. Ez qebûl dikim.
Dor hat ka kîjan bira mezin e. Liser meznatiyê bi hev nekirin. Dawîda rûvî got em bi çin cem zanyarekî bila ew hukim bike.
Rabûn çûn cem zanyarekî zeman, mesela xwe jê ra gotin lê keske ku bizanibe kîjan mezine tune, şahid tune delîl tune zanyarê reben çawa hukim bike.
Demek ha aqilê alîzanyar got “madema ku hun herdu jî dibên salên me pirr li jor in, wê demê ezê hin bûyerên li cîhanê qewimîne bêjîm ka kîjan ji we wê çaxê hebûye.
Zanyar pirsî gelo dema Eyûbiyan da hun hebûn?
Herduyan bi hev ra gotin belê em hebûn
Zanyar pirsî gelo di dema Hz. Muhemmed da hun hebûn?
Herduyan gotin belê em hebûn
Zanyar pirsî got gelo di dema Hz. İsa da hun hebûn?
Herduyan jî gotin belê em hebûn.
Êdî zanyar aciz bû û pirsî.
Birêz rûvî di dema tofana Nûh da tu çend salî bûy?
Rûvî got ez wê demê xortek çardesalî bûm.
Zanyar berê xwe da kûsî, bala xwe dayê ku kûsî digrî.
Pirsî birêz kûsî tu çima digrî?
Kûsî got "ez negrîm kî bigrî? Dema we behsa tofana Nûh kir herdu kurên min hatin bîra min. Dema em sarê gemiyê bûn min kir nekir du heb kurê min sar nebûn û herdu jî di avê de xeniqîn."
Zanyar got salê wan çibû?
Kûsî got yek 14 salî yek jî 16 Sali bû.
Yanî yek 2 salan ji rûvî mestir!
Bi vî awahî pilana rûvî ket avê. Kûsî bû birayê mezin û genim ji xwe ra girt.
Bo vî dibêjin ku “kî çalek ji hevalê xwe ra bikole, ew bi xwe dikevê”

M.Nûreddîn Yekta
Not: Va pêkeniya min ji Seyda yê Mela Abdurrahman Aydin (Varto) bihîstibû

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan