Kurd ji sor hezdikin!
Mirovek ji Serheda me li Parîsê dijiya. Rojek kincên xwe lixwe kir û derket sûkê. Li serê çarrêki dixwest derbasî wiyalî be. Lê li hember, lemba sor pêdiket û polêsek jî li serê çarrê sekinîbû. Camêr qet rewşa xwe xirav nekir û di lemba sor de derbasî wiyalî bû. Çû ku ji polês derbas be, polês bi millê wî girt.
- „Camêr tu di lemba sor de derbas bûy, ev jî qedexe ye, pewîst e tu deh Euroya ceza bidî.“
Camêr dest kir cêba xwe û bîst Euro derxist da polês.
Polês got „perê hûr tune deh Euro bide.“
Camêr got „hinek sebir ke, ku lemba sor pêkeve ezê dîsa derbasî wîyalî bim û dehek din jî boy vê bigre.“
Polês bawer nekir, ecêb ecêb li camêr nihêrî.
Dema lemba sor pêket, camêr dîsa di lemba sor de derbasî wiyalî bû û destê xwe ji polês re hejand û got:
- „Em herkes gihîştin heqê xwe?“
M. Nureddin Yekta
|