Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Li qirarekî nasekinî heta ji te re kirasek bidrûm!

Melê meşhûr rojek fikirî got ku; di laşê min de tu ciyê bê pot tuneye, lê hevalê min yê biçûk tenê bê kiras e, ezê jê re kirasek bidrûm.
Rojek çû cem terzîkî û bi wî prova kirasek ji hevalê xwe re girt. Terzî kiras dirût da mela. Mela kirasê xwe girt hat mal. Wê rojê xanima wî xwe gelek xweşik kiribû. Mela ket himêza jinikê, lehzek şûnve kiras ji hevalê wî re biçûk hat. Mela hima rabû bi wî halî dîsa çû cem terzî. Terzî kirasek mezintir dirût da mela, lê mela dema lêkir dît kiras mezin e.

Melê meşhûr bixwe bixwe hêrs bû û wiha got:
"Kambax tu li qirarekî nasekinî heta ku mirov ji te re jî kirasekî bidrû!."Va pêkeniya liser mirovên ku li qirarekî nasekinin tê gotin.
Hinek mirov hene rojê tiştek in, rojek, hunermend, rojek siyasetmedar, rojek rewşenbîr uwd. Her wiha hinek jî rojek musliman, yek demokrat yek sosyalîst!..

Bi vê pêkeniyê mirov him li wana rexne dike û him jî wan hinek biçûk dike.
Bi hêviya dilxweşiya we!:))

M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan