Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Lingên beqê çend heb in?

Li welat demên berê ne radyo ne tv û nejî cîhkî taybet bo gundiyan tunebû. Evar êvaran diçûn malên rûsipiyên gund sohbet dikirin. An jî ku hebana dengbêjan sitran digotin.

Rojekê li gundekî dîsan gundî li mala rûsipîkî civiyabûn behsa heywanan dikirin.

Yekî pirsî gelo çend lingên beqê hene?

Herkesek tiştekî got.

Hinekan gotin çar lingên beqê hene.

Hinekan gotin nexêr du ling û dudu jî destên wê hene, lewra herdu dest ji herdu lingan kurttir û biçûktir in.

Yên din gotin nexêr dema beq birêda diçe liser her çar lingan dimeşe, ku dest bana liser nedimeşiyan!

Sohbet dirêj bû û gundiyan bihev nekirin.

Gotin baş ew e em ji rusipiyan pirskin.

Belê pirsîn lê rûsipiyan jî bihev nekirin.

Ling dudu ne, an çar in.

Dawî da yekî got rûsipiyê we nizane derewa dike.

Yên din gotin çawa ji rûsipiyê me ra dibêjî derewîn?

Herdu qebîla lihev xistin, dûvra dest avêtin silehan û berdane hevdu, ji herdu qebîlan heft mêr hatin kuştin

ji boy lingên beqê!

Mixabin em kurd ji hevdura mêrxas in, xelk heroj bi parta ji me dikuje em deng nakin, lê em gotinek bira yê xwe yê kurd qebûl nakin!..

M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan