Newroza Kurda
Leşkerê dijmin hey li Mamosta şkence dikirin hem jî jê dipirsîn:
-Tu çi dixwazî?
Mamosta bersiv da; "Ez ji we tişt naxwazim, we min anî vira, herhal hun ji min tiştek dixwazin!..
- Belê em dixwazin, gerek tu ji doza Kurdistanê biborî û carek din behsa Kurd û Kurdistanê neki !..
Mamosta got: "Ez mirovek im, ji tirsa, an ji bê quwetî ez dikarim biborim, an bêjim belê ez borîm û hew deng bikim, lê gelê kurd ji doza xwe derbas nabe!
Leşkera gotin :
- Êêê hun dizanin, emê jî roj biroj we bikujin heta ku hun biqedin!..
Mamosta got: "Em zû bizû naqedin lê hindik ma ku hun biqedin û ji dîrokê bên verotin !
Leşker keniyan û bi mamosta henek kirin,
- Na lo çend roj ma?
Mamosta got: "Roja Newrozê".
Leşkera kenê xwe zêdekirin û gotin herhal me pirr li serî xist, sere wi tevlihev bû nizane çi dibê û pirsîn;
- Newroz ma du meh! Emê çawa biqedin, çawa ji dîrokê bên verotin?
Mamosta bişirî û got:
"Ferq nake, roja ku hun biqedin emê wê rojê carek din Newroz îlan bikin"!
M.Nureddin Yekta |