Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Nimêja eydiyê dubare dibe an ne?

Wek hun jî dizanin rojên cejna rojên qerebalix in, mirov diçe malên dost û heval û eqreban uwd. Kesên ku carnan be jî nimêj bikin, roja eydiyê sibê zû diçin mizgefta. Ew mizgeftên ku heroj vala ne, roja eydiyê tije dibin. Pirr kes nizanin nimêj jî bikin hima çawa rast lêhat;))

Car heye melayên mizgeftan jî xwe şaş dikin, wek hine kesên ku di jiyana xwe de qet nimê nekiribin. Gelek kes jî herçiqas di mizgeftê de bin jî, ruhê wan ne li wir e, tew nizanin ka mela di xutbea xwe de çi xwend û di weezê xwe de çi got, belku wê roja mela jî wisa be;))

Di vê pêkeniyê de ezê behsa mizgeftekî li Almanya li bajarê Dortmundê bikim.
Vê sibê kurdên Dortmundê û derdorê Dortmundê pirrên wan li mizgeftê civîyabûn. Eh wek hun texmîn dikin karê yekem topkirina fitra bû ji boy Hereketê. Lê karê duwemîn nimêja eydiyê û xutba mela bû.

Melayê berê, di şûna wî de yekî din hatiye. Dema rabûn nimêj kirin, piştî nimêje yekî got „mela gelo te çima di rekata dudya de Fatihe nexwend?“
Mela got “min xwend,” camêr got “na wellahî te nexwend.” Pîştî îxtilafa nava mela û wî camêr, îja ji cemaetê hate pirsîn “gelo mela di herdu rekatan de jî fatihe xwend an ne?”

Mixabin kesî nikarî bersiv bida, lewra tu kesî nizanîbû ku mela xwendiye an ne;)) Serokê Civakê bixwe jî li wir bû.

Wek xwendevan jî dizanin, ji şertên nimêje yek jî xwendina fatîhê ye, ku ney xwendin nimêj nabe.

Mesela hat ser hella pîrsgirêkê;)) Pirsgirêk wiha hate helkirin.

Madem ku kes nizane mela fatihe xwendiye an ne, baş ew e ku emê nimêjê carek din jî bikin. Bi vi awahî nimêj dubare bû, lê gelo vê carê mela dîsa fatihe xwend an nexwend kes jê behs nake;))

 
09.07.2006
M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan