Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Pêşgotin

Gelê Kurd gelekî dîrokî ye. Xwedan çandekî dîrokî û edebî ye. Rûsipî yên me, pirr caran meramên xwe bi helbest, çîrok û pêkeniyan tînin ziman. Jiber bi taybetî di pêkeniyanda mirov him dikene hîm jî, ji vê pêkeniyê dersekê digire ji xwe ra.

Min xwest ku hin pêkeniyên di nava gel da û hin bûyerên di jiyana min da hatine serê min, an ez rastê wan hatime, hemiyan binvîsînim ku ji çanda me ra bibe alîkarîkî.

Bawer im, di jiyana me gelekan da bûyerên ku him mirov pê bikene, him jî jê dersê hilîne hene. Belku îmkana me hemiyan tune, ku em wek pirtûk an wek vidoeyek bikin xizmeta gelê xwe. Lê yên îmkanên wan hene gerek binvîsînin daku ji çanda me ra bibe xizmetekî.

Di van pêkeniyan da carnan hin bêje yên di dinava civakê da wek argo tên qebûl kirin hene, lê çi bikim ew jî parçekî ji jiyana me ye. Hêvîdar im xwendevan vana jî bi maqûlî bipejirînin.

Di çand û kultura me da, evana jî ciyê xwe girtine.

Bi hêviya bi dilên we be.

Silav rêzên xwe pêşkêş dikim.

 

M.Nûreddin Yekta

 
 

Bizvirin rûpela pêkeniyan