Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Pêxember qure nînîn!

Wek hun jî dizanin ku di pişti Pêxember Hz. Muhammed re gelek mirovên derewîn derketin û doza pêxemberiyê kirin.

Yek ji wan rojekê di nava civakekê de disa dawa pêxemberiya xwe kir û bi angorê eqlê xwe şirove dike û dixwaze xelkê îqna bike.Mirovek ji civakê got.
-Heyra hemî pêxember mu’cizên wan hebûn, de ka tu jî mu’cîzekî bide nîşan ku em bi te bawer bikin!..

Derewîn got baş e, de ka hun çi dixwazin?
Camêr got aha way dara tuyê li wira ye, gazî kê bila were cem me.

Derewîn çend cara got "Lê dara tuyê ez pêxember im, emir dikim ka were vira.

Lê mixabin deng jidarê nahat û birê neket.
Derewîn fêmkir ku wê derewên wî derkeve, wiha got:
-Gelî cemaeta camêra, wek hun dizanin di baweriya me de qureti tune û gerek pêxember qure nebin, ku dar ney cem me, emê biçin cem darê, bila quretî ji darê re be:))

M.Nureddin Yekta

Bizvirin rûpela pêkeniyan