Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Qelenê jina sed zêr

Rêwîkî diçe gundek, dipirse gelo kî mêvana dihewîne?
Malek xanedan didin nîşan, diçe li wê malê rûtinê. Lehzek din du xortên egît tên û destê xwediyê malê radimîsin. Dûvre diçin pişt derî li piya disekinin û destê xwe pevdixin.

- Hun bixêr hatin berxên min we keçik xwest?
- Spas bavo, belê me xwest
- Gelo qelen çi xwestin
- Sed zêr xwestin, me da wan û xelata xwe pêdekir.

Dema mêvan qelen, sed zêr sehdike ba berdikeve tirek dike. Xwediyê malê fêm dike ku sed zêr jê re pirr hat loma wiha ket tengasiyê, jê dipirse.
- Gelo ma qelen li cem we çiqas e!

Mêvan dibêje li cem me yek an du zêr e.

Xwediyê malê dibe :
Ka bala xwe bide van herdu xortan, vana herdu kurên min in û wek wan hêj 5 heb jî hene. Qelenê diya wan jî sed zêr bû. Kesên qelenê diya wan sed zêr bê jê egîtên wek van xorta peyda dibin, yên ku qelenê wan zêrek be tirrekê wek te jê peyda dibin ma şaştî di ku de heye?

M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan