Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Recma şeytan!

Ku çûyîna Hecê qedexe bikin emê çi bikin?

Bawer im min çareseriya wê diye

Dibêjin ku li nexweşxaneka dînan mudirê nexweşxanê, ji dînan ra got:
"Ji we ra hec qedexe ye, ger hun sê rojan li dora daîra min bigerin, vaya dibe tewafa we, hun dibin hecî"

Nexweşa dest pêkirin, sê rojan li dora daîra mudir geriyan tewafa kirin. Roja çara çûn ber paca daîrê, bi kevira lêxistin, pacê şikandin û ser û guhê mudir di xûnê da hîştin!

Mudir qêriya got "bisekinin we min kujt, vaya çiye hun dikin?"

Nexweşa gotin: Me tewaf temam ki îja dor hat recma şeytan, em şeytan recim dikin!

Îja çara min: Çiqas dewletên serbixwe yên nav îslamî û çiqas rêxistinên terorîst hene, bila milletê wan mudir û serokên xwe yên herî mezin recim bikin heca wan qebûl dibe. ;)

 M.Nureddin Yekta

24.03.2021

 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan