Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Roj roja revê ye!

Hemîdo qêriya got „min di şerefa we û bavê we.. xwe bidin alî îro roj roja revê ye..“ 
 

Îro vê sibê ez di internetê de digeriyam, ez rastî bûyerek dîrokî bûm. Wek nivîsên liser bûyerê dibên ku di demekta leşkerên roma tirrek (Roma Tirrek kî ne ez nizanim lê bigor agahiyên mezinan hin dibêjin toximên Yecûc û Mecûc in, hin dibên toximên Bizansa ne, di demekê de rojhilatê Ewrûpa, Anatoliyê û rojavayê Kurdistanê dager kirine. Bi rastî jî ne kifşe ye da ku ewana kî ne, lê çi ku mezinan ji wan re gotine roma tirrek em jî wisan dibêjin) dema hin herêmê Kurdistanê dager kiribûn îja berê xwe dabûn çiyayên Kurdistanê.


Hin çiyayên biçûk bi dest xwe xistibûn. Jiber vê serkeftina han serxweş bûbûn û di şevek da avêtin ser çiyayê Zapê. Di cenga çiyayê Zapê de, di navbera leşkerên roma tirrek û Peşmergeyên Kurdan de şerrekî pirr xwirt pêk hat. Pêşmerga berxwedanek mezin dan nîşan û zor bi leşkerên roma tirrek xistin. Leşker gelek hatin kuştin û rev bi wan ket. Dema rev bi wan dikeve, li termên xwe jî xwedi dernakevin. Yek ji birîndarên wan diqêre, dibê nerevîn, me li erdê nehêlin, lê mixabin kes li wan xwedî dernakeve û berê herkesî li revê ye!
 
Dema min ev bûyer xwend, pêkenîkî hat bîra min ku ji xwendevanan re binvîsînim.
Berî 25-30 salî sê heb dînên naskirî li Mûşê hebûn Yaşo, Taloyê Muşî û Hemîdoyê Kelereşê. Kelereş gundekî girêdayê bi qeza Kopê (Bulanik) va ye.
 
Yaşo mirovek belengaz bû. Bi lavatî, bi rica ji xelkê alîkarî dixwest, lê Talô û Hemîdo carnan doza zorbetiye jî dikirin.
 
 
Rojekê Talo li dikanêkê ye, bala xwe didê ku Hemîdo jî ket wê dikanê.
Talô dibê lawo Hemîdô, ez vay li vir im, tu biçe dikanek din.
Hemîdô diba na, bila xwediyê dikanê pere bide te jî û bide min jî.
Talo dibê nabe em du heb ji dikanekê pera bistînin.
Wesselam geleca di navbera wan de mezin dibe û herduk lihev dixin.

 
Talo yekî gir, bigor Hemîdo ciwan û bi quwet bû, lê Hemîdo hindek kal bûbû û wek Talo liser xwe nebû.

 
Dema lihev dixin zor bi Hemîdo dikeve û direve. Ji sûka nava Muşê berê xwe berjêr ber bi îstasyonê ve dike û direve. Xelk xwe dide alî li wan temaşe dike. Hemîdo diqêre dibê xwe bidin alî  ji ser rêya min Talô xwe neghîne min. Talô jî diqêre dibê law nereve îro Mûş an ji min re an ji te re.

 
Yekî Kopî deng li hemîdo dike dibê:
„Law Hemîdo nereve, te me li hember Muşiyan rezîl kir, law nereve roj roja şerefê ye, şerefa me Kopiya biparêze“ (ew camêr bi henek ser Hemîdo de diçe)

 
Hemîdo jî diqêre dibê:
Law xwe bidin alî Taloyê din li pey mine, çi şeref e çi hale, min di şerefa we û bavê we... law xwe bidin alî welle  îro roj roja şerefê nîne roja revê ye.“

Hêvîdar im bi dilê we be.
 
Bimînin di xweşiyê de
2008.02.29

M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan