Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Şawqe an fotêr?

Şehdîd Şeyx Mehmed Emîn (Bingöl)ê rehmetî digot: „Şawqe bi alîkî serê mirov de, fotêr jî bi her çar aliyan de dirî“
Rojek me di „Jora Evîna Welat“ de sohbet dikir, kurdek meyê kemalîst hat û xwest dersa kemalîzmê bide me. Camêr wiha got:
“Erê hun kurdên dijî siyaseta serokê me, hima li hember hert tiştî dertên, serok way niha kemalîzmê şirove dike û hun li hember kemalîzmê jî dertên, gelo hun dizanin kemalîzm çiye û çiqas fêda kurdan tê de heye?” Me hew tehemmul kir, min mic ji destan stend û min got, ka ez ji te re hinek kemalîzmê tehlîl bikim. Ez demekê li bajarekî Kurdistanê Mela bûm, li wî bajarî mirovek bi nave M.A. Esmerê hebû û muslimanekî modernê kevnekemalîst bû. Tim fotêr dida serê xwe, qirawata wî jî kêm nedibû. Van salên dawî ku nexwe bûbû musliman çend pirtûkên hedîsan stendibû dixwend û heroj dibû bela sere me, bi mere diket niqaşê. Niqaşa herî mezin ew bû ku digot “fotêr ji şawqe baştir e, çiku fotêr liserê wî bû.” Her çiqas me digot herdu jî ne kincên îslamî ne û ferqa wan tuneye jî, lê îqna kirina wî gelek zehmet bû.

Rojek Şeyx Mehmed Emîn hat wî bajarî, me nimêja nîvro di mizgefta me de kir û min ev mesela şawqe û fôtêr jê pirsî, min go belku bi esprîkî bersiva M.A. bide û em jê xilas bîn. Min pirsî
“Seyda ma şawqe başe an fotêr?”
Şeyx li cavên min nêhêrî, zanibû va pirsa ne ya min e lê xwediyê pirsê jî amade ye. Şeyx wiha bersiv da:
„Fotêr û şawqe herdu jî libasa kafira ye û bi destê kemo hatiye welatê me, ger hun ferqa navbera wan dipirsin; şawqe bi alîkî serê mirov de, fotêr bi herçar aliyan de dirrî, de îja ki çi dide serê xwe ew dizane.“

Piştî vê pêkeniyê min ji camê re got; „Va 80 sal e ku me kurda fêm kiriye kemalîzm çiye û çi daye kurda, lê ku tu dixwazî ez dîsa kemalîzmê terîf kim, kemalîzma tirka şawqe ye, ya kurdan jî fotêr e, îja hun kîjanî didin serê xwe hun dizanîn.“

M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan