Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Seidê libûçî û oda li ser çar tekera

Seidê Libûçi Ji Kurdistanê ji bajarê Mûş’ê ji gundê Xeybiya ye. Ku di demekî da libûçîtî kiribû jê re Seîdê libûçî digotin. Dema min dît kalekî pirr extiyar bû. Mirovekî pirr zana, zîrek (zekî) û heyf bû. Lê Xwedê mala feqîriyê bişewitîne! Çi ku feqîr bû kesî guh nedida axaftinên wî.
Gelek gotinên wî yên tarîxî hebûn. Ez dixwazim carnan hinek peyvên wî ji xwendevanên hêja re binivîsînim.

Te ode xwe li ser çar tekera çêbikira!

Dema mirov karekî bike an jı tiştekî çêke, gelek mirov bi karên mirova midaxele dikin. Her kesek aqil dide mirov û rê li ber mirovan winda dikin. Ev çîroka di vî derbarî da hatiye gotin:

Bavê min ê rehmetî mirovekî xanedan bû, mêvan û misafirên me pirr dihatin. Xaniyê me hebû, lê têra me û mêvanan nedikir. Rojekî got dilê min heye ku ez odekî mezin çêkim, hem ji bo qebîla me êvar êvara werin rûnên, ji xwe re suhbet bikin, hem jî dema mêvan werin rehetiya wan çêbe.

Dûvre hacetê xanî sitendin û dest bi çekirina odê kirin. Dîwar bi qasî mêtrokî rabû bu an ne, rojekî Seîdê libûçî hat mal û got:
-Hecî Sadullah, Xwedê oda te xêlî bike, baş e, lê kêmasîkî wî heye!

Bavê min pirsî; "gelo kêmasî çiye? Sêîd got:
-Gerek te oda xwe li ser çar tekera çêkira heta ku xilas dibû. Piştî xilasbûnê, te dikaribû teker ji binê derxista. Çimkî dema mirov xanîkî çêdike, gelek aqil didin mirov. Yek tê dibê xwezî te berê paca wîyalî da bikira, te hêdîka bi odê digirt berê pacê wê da dikir. Yekê din tê dibêje xwezî te berê derî wîyalî da bikira, te hêdîka bi odê digirt berê derî wê da dikir. Bi vî awahî hem wanê aqil didan te nedixeyîdin û hem jî te karê bi dilekî rehet dibir serî.

Bavê min keniya got raste Seîd, mirov nikare herkesî razî bike.

Xwedê rehma xwe li hemî bawermenda û wan jî bike. Amîn

M.Nureddin Yekta

 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan