Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Serişkî û hilekarî

Serişkî bi xwe nexweşînekî herî pîs e û di gellek mirovan da jî heye. Lê her tiştên nebaş, hinek başiyên wan jî henin. Gelo tiştên nebaş çawan başî jê çêdibe? Ev mumkin e? Belê belê carnan mumkin e! Wekî ku dibêjin ji İmamê Azem Ebu Hanife pirsîne:
-Ma gelo te terbiya xwe ji ku hilanî? İmam bersiv daye:
-Ji mirovên bê terbiye?

Cemaate dora wî hinek ji wan keniyane û hinek jî şaş mane. İmam bi xwe mirovekî mezin e û mirov ji bê terbiya hînî terbiye û edebê nabe, ka çawa İmam ji wan terbiye hilaniye? Yeki pirsî got:

-Xwedê ji te razî be, tu me di mereqê da nehêlî ka çawa? İmam beşişî û got:
-Ew tiştên ku mirovên bê exlaq û bê terbiye dikin û xelk jî ji wan aciz dibin, min terka wan hemî tiştan kir, bi vî awahî ez bûm xwediyê edeb û terbiyê!…

Belê rast e ji serişkiyê jî hinek fêde henin. Weki ku rêya mirov rast be û hinek mirovên durû û nebaş bi dora mirov bikevin û bixwazin mirov ji ser wê rêya mirova ya rast bizvirînin, gerek mirov serişkiyê bike û ji wê reya xwe ya rast şûn ve nezvire. Lê ku rêya mirov nerast be, ne laîqê der-dor û cîranên mirovan be, an jî ne laîqê gelê mirov be û hinek insan li mirova şîretê bikin, bixwazin ku mirov dev ji serişkiya xwe berde, gerek mirov guh bide wan û terka serişkiya xwe bike!.. Lê ku mirov terk neke wê ji mirov ra jî û ji der-dorê mirov ra jî gellek ne baş be. Ku inca mirov di ser da dest bi hîla û xurda jî bike, ne mumkin e ku mirov xwe xilas bike. Lewra dawiya nebaşiyê tim bi nexweşiyê xilas dibe! Em li ser vê meselê pirr nenivîsînin bes çîrokekî di vî derheqê da heye ez ji we re binivîsînim.

Dibên mirovekî komînîst bi navê Evdo hebûye û digot “heke Xwedê îdara dunyayê bida destê min, minê hemî însana wek hev çêkira, wek hev jî rizqê wan bida!.. Û min li tu kesî hîle jî nedikir.” Lê feqîrê min nizanîbû ku komînîstî bi serê xwe hemî hîle û xurde ye!…

Ku dema zewaca wî hat, dê û bavê wî jê re kê dîtin Evdo neeciband. Gotin:
-Kuro Evdo te digot “însan hemî wek hev in” ka tu çima tu qîzî naecibînî? Evdo got:
-Ma ev zewac e, gerek ez qîza herî delal bistînim.

Çend salan li qîza geriyan û dûv re jê re yek dîtin û xwestin. Evdo zewicî, lê çend sal borî Xwedê zarok neda Evdo. Li ser doxtor û tebîba geriya, na ne mumkin e, zarok çênabin. Li ser şehîd û ziyaretan geriyan, Evdo dua kir; “Ya Rebb tu min jî, ji kerema xwe mehrûm neke, tu bidî xatirê dost û qencê xwe, tu bidî xatirê Qur’anê tu kurekî bidî min!...” Demekî şûn ve Xwedê kurekî da Evdo. Der û cînara çi nav lê danîn Evdo qebûl nekir. Evdo got: “Gerek ez navê yekê wisan lê bikim ku bi tu awahî heta niha kesî lê rexne nekiribe.

Axê gund jê ra got; “Evdo navê min li kurê xwe ke”, Evdo got na “tu mirovekî bê edalet î, tu feodal î, kesên ku ji te re riyakarî bikin tu ji wan hezdikî, kesên ku serî li ber te bilind kin tu wan dipelçiqînî. Ez navê te lê nakim.”

Melê gund got; “Evdo navê min lê ke, bila bibe xwendevan û ji gelê xwe ra xizmetê bike.” Evdo got; “na mela tu adil nînî, kî pirr zekatê bide te tu ji wan hezdikî lê te rojekî li feqîrên gund silavekî nekir, ez navê te danaynim”!

Şêx got; “kuro Evdo navê min lê ke, lawo ez mirovekî welî me, herdû dunya li ba min yek in, bila kurê te bibe xwediyê keşf û keramet”, Evdo got; “Na Şêx, tu merivekî adîl nînî, kî dest û lingê maç ke, cêba te tije ke, tu mifta cennetê didî wan, kesên wisa neke tu wan dişînî dojehê (cehnimê).

Evdo ji kurê xwe re tu navekî nedît û got ezê serê xwe hilînim, biçim bigerim, heta ku min yekî baş dît û navê wî li kurê xwe bikim!

Ket rê û çû, li serê çiyakî dengekî hat Evdo, got: “Evdo ez melekê Xweda me, Xwedê dibê min kurekî daye Evdo, ezê navekî li kurê wî kim bila Evdo qebûl bike!” Evdo got; “na wellahî, ew navê ku Xwedê li kurê min bike, ez ji xwe wî navî qet qebûl nakim, Xwedê hemî insanan wek hev çênekiriye, hinek, sipî nin, hinek, reş in, hinek maldar û hinek ji birçîna dimirin, gelo va edalete? Na ez qebûl nakim!…

Evdo meşiya çû, demek şûn ve merivekî derket pêjberî Evdo û got; “Evdo ez Ezraîl im, were ez navê kurê te deynim”. Evdo hinek fikirî û got; “ez qebûl dikim tu yekî bi edaletî, feqîran, maldaran, bendeyan, axayan hemî dikujî, ji te re hemî insan wek hev in, mêjiyê me wek hev in, ka bêje ez navê kurê xwe deynim çi”? Ezraîl got: “Navê wî deyne Ezraîl.” Evdo got “baş e” û sipasiya xwe ji Ezraîl ra pêşkêş kir û şûn ve zivirî. Evdo hê-j çend gav navêtibû, Ezraîl gazî kir:

-Kuro Evdo tu merivekî feqîr î, were ez dermanekî bidim te, pê bibe doxtor. Herçî kesên ku nexweş bin, tu ji vî dermanî dilopekî bi wî bidî vexwarin, ew di cîh da baş dibe. Bi vî awahî tu hem zengîn dibî, hem jî nav û dengê te li hemî cîhanê belav dibe. Lê bi şertê tu ji herkesî ra wek hev bî, hîle û xurda nekî. Dema tu çûy ser nexweşekî, ger ez li wir nebim, derman bidê û heqê xwe bistîne û biçe. Dema ku ez li wir bim û li ber serê nexweş nebim, tu dîsa dikarî derman bidî, lê dema ku ez li ber serê nexweş rûniştî bim tu bizanî ku ez ruhê wî distînim, tu nêzîkî wî nexweşî nebî û tu vî peymana min û xwe ji kesî ra nebêjî ha!”

Evdo got; “ya Ezraîl ma tu duzanî ez mirovekî komînîst im û xweyê edaletê me, ji herkesî ra wek hev muamelê dikim”. Ezraîl got “baş e”, derman da Evdo û ji hev xatir xwestin….

Di demekî hindik da nav û dengê Evdo li cîhanê belav bû. Evdo çû ser kîjan nexweşî, dît Ezrail ne li wir e, an jî li ber serî nîne, Evdo derman da nexwş û nexweş di cîh da rabu ser lingan.

Padîşahê wê herêmê kurek wî hebûye û nexweş ketiyê. Hemî doxtor û tebîbê wê herêmê ji kurê paşê ra tu çare nedîtine. Padîşah dişîne pey Evdo û jê rica dike ku kurê wî sax ke. Dema Evdo diçe mala paşê, dibîne ku Ezrail li ber serê nexweş rûniştiye. Qêrîn bi Evdo dikeve û dibêje, “na, welleh na, ez vî nexweşî nikarim sax kim va karê min nîne”.

Paşê pirr lava Evdo dike lê fêde nake. Paşê dibêje; “Evdo tu kurê min sax kî, ezê malê xwe hemî bidim te, te bikim paşa û ez bi xwe jî bibim xizmetkarê te”. Ev gotin xweşî Evdo hat lê Ezraîl li ber serî runiştiye, ka Evdo ê reben çi bike? Gazî paşê kir bir derva, ji paşê ra got “tu ji min ra hacetekî wisan çêkî ku mirov destê xwe bidê di yek anekî da li dor hev bizvire”. Paşa hacetekî wisan da çêkirin, nexweş danîn ser hacetê, Ezraîl li ber serê rûnuştiye, Evdo destê xwe da ser bişkoka hacetê, hacet di anekî da zivirî, serê hat ber Evdo, ling çûn ba Ezraîl, heta Ezraîl ji cîhê xwe rabû, Evdo derman kir devê nexweş û nexweş di cîh da rabû ser xwe. Ezraîl awirekî da Evdo û bi derî va derket çû.

Evdo bû paşa, li ser tex rûnişt lê bi dilê kul. Lehzekî şûn ve Evdo derket derva çi bibîne? Ezraîl li ber derî li benda Evdo sekiniye. Evdo pirsî:

-Ya Ezraîl ma te xêr e?.. Ezraîl got:
-Evdo di navbera me da peymanek hebû, gerek te hîle û xurde nekira!..
-Evdo got tu bi qedrê Xwedê û Qur’anê bikî tu ruhê min bibexşînî!.. Ezraîl serê xwe hejand:
-Evdo ka te digot ez merivekî komînîst im, rast im, durust im. Te edaleta Xwedê jî baş nedidît, ev çi lavakirina bi navê Xwedê û Qur’anê ye?... Evdo serê xwe berjêr kir got:
-Erê dema tirs û menfeet hebe komînîst jî hîle û xurda dikin. Ezrail got:
-Evdo! Dawiya hîle û xurda pûç e, ezê jî li te hîlekî bikim, îro di şûna kurê paşê da ezê ruhê te bistînim....

(01.10.2000)

M.Nureddin Yekta

 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan