Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Şeytan û textik

Şeytan rojekê zarokên xwe dicivîne, dibêje ka ji min ra bêjin hun çawa mislimana ji rê derdixin?

Yek dibêje ez bi wan zina didim kirin.

Yek dibêje ez bi wan araqê didim vexwarin.

Yek dibêje ez bi wan dizî didim kirin.

Yek dibêje ez bi wan xumarê didim lîstîn.
Her wiha herkesek karê xwe ji babê mezin ra dibêje.

Li wir şeytanek topal hebûye. Babê mezin pirsiye:

- Ka tu çi karî dikî?
- Ka ez topal im ewqas kar ji min nay!

Babê mezin hêrs dikeve û dide ber sîlle û payîna. Dibê lawo ji rûyê Adem û zarokên wî va Xwedê lanet li me barandiye û tu tiştek bi wan nakî.
Topal direve Babê dide pey, dibîne ku textekî ji bin çengê wî da ket.
Babê textik bilind dike lê mêze dike, tiştek ji textik fêm nake.
- Dibê nereve were ka bêje mana vê textikî çîye, tu pê çi dikî?

Topal dibê karek din ji min nay, lê dema misliman mîz dikin ez textik didim bin mîza wan û cilên wan necis dikim (bi mîz dikim) boy nimêja wan nebe.

Babê dibêje neçe kuro lawo welle wezîfa te ji ya me hemiyan baştir e.

Îja hinek cîranên me jî dema nimêj dikin, diçin secdê textikê wan ji bin çengê wan da dikeve.

Mirov dibêje heywax vana mislimanên wan in, gelo ne mislimanên wan çawa ne?

:)

M.Nureddin Yekta
2020.10.02

 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan