Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Sofîtî û murîdtî! (Pêkenî û dersek jê)

Sofîtî exlaqek gelek xirav e, lewra sofî bi mêjoyê xwe nafikire. Heya mirov dikarê bêje mêjoyê wan jî tuneye. Bi mêjoyê şêyx, rêber, berpirsiyar an jî serokên xwe difikirin. Bi vê minasebetê jî pirr caran dikevin xeterê, şaşîtiya olî an jî ya siyasî!

Sofî ji xwe bêtir tu fikir, raman, mezheb, terîqet, ol an jî rêxistinek siyasî, olî, qebûl nakin. Herkesên din, an kafir dibînin an xaîn dibînin an cahil dibînin. Wa gotina min nayê wê watê ku em dibên bila kes ji şeyx, terîqet siyaset an jî ji serokên xwe heznekin, bila hezkin lê her tişt di heddê wê da be.

Mirov ji Pêxember jî hezdike, lê dema tu sifetek Xwedê bidî Peyxember tu dibî muşrik! An jî tu sifetê Xwedê bidî şeyx, serok, rêber an berpirsiyarên cemaetên olî an jî yên siyasî dîsa mirov dibe muşrik! Wekî mirov bêje şeyxê min ji xeybê dizane, an jî şeyxê min mirova efû dike dişîne cennetê, an mirov bêje gotina serokê min wek ya pêyxember e, wek ya Xwedê ye! Kesên wisan dibêjin rojê pênc hezar carî nimêj bike jî, ew mirovana muşrik in!

Wek mînak pêkenîkî.

Li bajarekî me, êvara îniyê Mela sohbet dikir û behsa Hz. Muhammed dikir.

Muhammed wiha kir, Muhammed ewqas mezin bû felan û filan.
Du heb sofiya devê xwe dan berhevdu, yekî got welle çawa ku seyda dibêje Muhammed mirovek gelek mezin bûye lê mixabin xwezî biketa terîqeta şêyxê me, bi pêşa wî bigirta, şêyxê mi jê ra şefaet bikira, ka li wê dunyayê wê halî wî çawa be!

20.01.2015
Muhammed Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan