Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Tira Bekoyê bûye mîlad

Li Semsata kevn û qedîm her şev li odeyên began cîvat çêdibûn.

Kesên dengbêj, çîrokbêj, henekvan tên cem hev hetanî nîvê şevê sohbet dikirin.

Çîrokbêj dest bi çîroka dirêj dike, di odeyê de ji dengê çîrokbêj tiqinîyek tune. Piştî demekî lingê Bekoyê Hesê di binde qerîmîne.

Hewldide kû lingê xwe bin xwe derxe, ba ber wî dikeve.Dengê ba di odeyê de holan dide. Rûyê Bekoyê Hesê ji şerman re zer û sor dibe. Çîrokbêj dest ji çîrokê berdide. Bala hemûkesan liser Bekoyê Hesêye.Beko radibe pîyan bi destê rûyê xwe digre, ji odê baz dide û diçe mala xwe. Ji ber vê bûyerê rûyê wî namîne, li rûyê kesî binêre. mal û milkê xwe li cîh dihêle, mala xwe bar dike diçe welatekî din.

Bi keser û hesretê panzde sal derbasî dibe. Bi vê hesretê dixwaze vegere Semsatê, Şermî tê bîra wî. Biryar dide kû bi dizika here li rewşa Semsatê binêre. Eger şermîya kû kiribû hatîye ji bîrkirin, şinva mala xwe bibe.

Liser vê biryarê Beko berê xwe dide Semsatê, li ser baxçeçaxê radiweste., li welatê bav û bapîrên xwe temaşe dike. Dema bêrîyê bû. satil û helbik di destê bêrivanan de di rêya bêrîyade bûn.

Bekoyê Hesê dema kû dengê wan se dike, xwe li paş koma sincan vêdişêre. Bêrîvan bi hevre diaxifin li ser sal û temenan ji hev dipirsin. Bêrivanek dipirse

- Tu çend salî yî ? Bêrîvana din got ;

Şazdeh, lê tu ? Got : Ez jî hevde salîme. Lê Binefş tu çend salî yî ?

Binefşê got ; Wele ez nizanim çend salîme, lê dayîka min dibêje, sala ku Bekoyê Hesê tir kirîye Xwedê tu daye. An din jî got ; ez jî ya salê me, sala kû Bekoyê Hesê li odê tir kirîye. Demakû Bekoyê HESÊ van xaftinan dibîhîze, ji xwe û xwe re dibêje, hey wexxx..... Tira Bekoyê reben li Samsata xopan bûye mîlad, haya min jê tune.

Ji kîtêba Wêjawan, lêkolîer û romannivîs Mehmet Öncü

Kîtêb : Sehatî û Serborîyên Kurdan.

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan