Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Tirrên ber mirinê (Ji qissê hisse)

Dibên mirovek bi navê Evdo hebû nexweşketibû di nav ciyanda bû. Rojbiroj bir bi xiraviyê ve diçû. Rojek hat û êdî omid jê hat birrîn. Zikê wî sancû dikir û ba berdiket. Derdor û cinar ji bonê dihatin lê dema didîtin ku xalê Evdo tirra dike, diber xwe da dikeniyan lêva xwe dişkênandin.
Rojekê kurek wî got: „Bavo tu dimirî û em dimînin, sibê ku em û ciranên xwe berê xwe bidin hevdu, wê bêjin lawo min di gorra bavê..…  Bavê we di ber nez’a ruh da tirri tirra qûna wî bû… Heyra hay ji qûna xwe hebe me rezîl û rusway neke.”

Mêrik got: “Kurrê min ez vay dimirim û diçim, carek din jî nazvirim nava we. Heya tirre min hebîn ezê bikim û dûvra biçim de îja gorra bavê we û cinar û gundiyan.”
 
Va qissa bona kesên ku çê tê devê wan dibêjin, çi tiştên nebaş hebin dikin û qet jî li derdora xwe nanhêrin, hezra kesî nakin, tê gotin.
 
Hêvîdar im xwendevan ji xwe ra jê dersek bigrin.
 
Bi silavên biratî.
 
M.Nureddin Yekta
06.04.2013

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan