Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Xenîmî çavên we be!

Li gundekî çiyê gerîlla tim diçin malekê. Xwediyê malê Evdo kalekî kurd e, hay ji bavê felekê nîne.
Rojekê dîsa du gerîlla li mala wî ne, leşkerên tirko dor li malê digrin. Herdu gerîlla bi tev Evdo ve digrin dibin qereqolê. Dema birê de diçin yek ji gerîlla dibê;
-“Apo wê niha îfadê me bigrin, aha jibîr neke, “ne tu me neasdikî ne jî em te.”
Cendirmê tirkan xwe hêrs dikin dibên susun konuşmayın (hiş bin, neaxivin). Nahêlin ku zarok apê Evdo serwext bikin.

Dema dertên mehkemê herdu gerîlla dibên “em vî camêrî nasnakin, me dît leşker ketin nava gund, me jî xwe avêt mala wî, tew ew hay ji me tunebû.” (*)
Hakim dizvire ji Evdo dipirse, vana nasdike an ne!
Evdo xwe gelek aciz dike, dibê:
-“Hakim beg ka ez çi bêjim, vana him nankor in, him jî derewîn in, welle cezayê vana du qata bidê. Vana di rojên rehet de, heroj di mala min de bûn, îro jî ketiye tengasiyê dibên em nasnakin.”
Dizvire ser herdu gerîlla:
-“Law xenîmî çavên we be, we hindik nanê min xwar û hun îro jî înkar dikin!
------------------------------------- ----------------------------------------
(*) Bo bigor bi benda 169’an ji qanûna dewleta tirk ceza nedin apê Evdo, lewra xwedîkirin an alîkarî dikeve ber vê bendê û cezayê wê 3 sal 9 meh e!

M.Nureddin Yekta

Bizvirin rûpela pêkeniyan