Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Yê navîn ez im Bubaaaa

Ji Anataoliya Rojava efekî ji malbateka feqîr çûbû esker, beriya eskeriyê xortek zeîfê zirav bû. Dema çû esker wî kirin feraqşoyê aşxanê. Di aşxanê de him firaq dişûşt, wan der û dora paqij dikir, him jî dilê wi çi bixwesta jixwe re dipijand û dixwar. Bi vî awahî di demek kurt de xwirt bû, bû wek canegakî.
Rojek xwest ji malbata xwe re wênek bişîne ku bibe xatira leşkeriyê. Di liqa eskeriyê de kerek û kûçikek jî hebû. Dema wêne kişand yekî da aliyê xwe yê rastê û yekî jî da aliyê çepê, her wiha wênek kişand û ji malbata xwe re şand.

Li pişta wene jî wiha nivîsî ji bavê xwe re:
Bûbaaa (bavoo) piştî ez hatim eskeriyê pirr hatim guhertin û niha gelek qelew bûme qet naym naskirin. Vayê ji we re wênek xwe dişînim, lê bi diqet binhêrin di wêne de 3 kes hene, yê ortê ez im ka bala xwe bidinê hun min nasdikin an ne?

09.03.2006
M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan