Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

Zebanî çawa ne?

Li Mersînê malbatek xinamiyê xalê min hebû. Qîza xalê min bûka wan bû. Xwedê rehma xwe lê ke bi ciwanî qansêr bû û mir, temenê wê 28 salî bû. Ku malbata wê dûr bû, êdî lê xwedî derketin bûbû wezîfa min. Wek xuşkek xwe ya biçûk hima her hefte rojek diçûm min serê lê dida, pirsa halê wê dikir, bo xatirê dayika xwe û xalê xwe. Kurek wê hebû wan dema 4-5 salî bû. Ji min gelek hezdikir.
Rojekê ez dîsa li mala wan bûm, malbata wan tev liserhev bûn. Xesî, xezûr, tî, baltûz û hinek jî cîran. Lawkê wê hat himêza min û got xalo "Zebanî çawa ne"? Ez şaş mam ji pirsa wî. Ev zaroka li ku navê zebaniyan sehkiriye!
Min got berxê min zebanî melaîketên Xweda ne, dergevanên cehnimê ne, pirrî sert in, bi heybet in, bi xof in loma ji wan re dibên zebanî! Lê zarokê reben ji bersiva min fêm nekir. Dîsa pirsî!

Xalo ma jin in an mêr in, çavên wan hene, devên wan hene?.......

Min dît ku ez û xwarziyê xwe em hevdu serwext nakin. Ez fikirîm ka vî zarokî çawa bidim sekinandin.
Min liderdorê xwe nihêrî û min bang li meta wî ya mezin kir.
Xuşka N... Ji kerema xwe re dikarî rabî ser xwe? Canikê rabû piya. Min got 'ji kerema xwe re ka were orta odê.' Canikê min neşkênand rabû hat orta odê sekinî û li çavên min nêhêrî ka ezê jê re çi bêjim. Wê zenkir ku ezê an iskanek çay an av bixwazim.

Min serê xwarziyê xwe zivirand berê wî da meta wî. Min got 'berxê min ka baş li meta xwe binhêre, zebaniyê cehnimê hemî eynî wek meta te ne".. Piştî vê gotinê pirqîn bi cemaetê ket û gellek keniyan. Meta wî jî pirr keniya û got "wî seyda tu xwedê te qet mînakek nedît ez kirim zebanî.
Min got xuşka min welle îmkana xwarziyê min fêm kiriba tunebû, lê niha binhêre ka êdî deng dike. Lawik zûr bûbû li meta xwe dinhêrî, kifş bû ku wî dixwest zebanî baş naskira.

M.Nureddin Yekta

 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan