Keça ciwan a bêdest (*)

Cankurd, 14. Januar 2012

Çi hebû, çi tune bû…
Di kûraniya daristanekê de, mirovekî hejar ê hêzingvan, ji mala xwe re, pîkinên darên șikestî, dibirrîn û dicivandin ser hev, da wan di roj û șevên sar ên zivistanê de, bavêje nav agirê pixarê û bisotîne. Karê wî giran bû û lew re rojên wî yên berê dihatin bîra wî, dema ew xudanê așekî bû, li ber çemekî, û gelek gundiyan genimên xwe dihanîn așê wî, bi xwe jî wan genimên xwe dihêran û ew di nav wan de wekî kesekî xanedan dixuya, tew pêdiviya wî bi pare tune bû, malbata wî ya ku ji jinekê û dotekê bû, jîneke têr û tijî li ber wê avê, di maleke mezin de, derbas dikir. Pișt re çerxa felekê ters geriya, li nav her gundekî nanpijekî nanfiroș pêda bû, ku di dikana wî de așekî agirî yê piçûk hebû, û pêdiviya gundiyan bi așê ber avê, ku ji gundan gișan ve dûr bû, nema bû.
Ji nișka ve, mirovekî nenas û bi șêweyeke nenas ji paș koka dareke navbilind derket û deng li wî kir, got:
“-Qey tu wilo li xwe zordikî? Ez dikanim te bi zûkî bikime xudan gelek zêr û zîv, ku çi caran pêdiviya te bi kar nemîne, tu wekî berê maldar bibî, û xanima te jî herdem xweșiyar û têr bijî.”
Mêrik dîna xwe da wî kesî, ku tew ne wekî gundiyên wan deran e, ew bi cil in giranbiha ye û diyar e, ku destêd wî çi rojan kar nekirîne û rûyê wî jî wekî kundirekî hilîskirî, ku tew li ber rohniya royê nemaye. Gote wî:
“-Hêja, ez te nanasim, û tu amadeyî min bikî xudan zêr û zîv?”
“-Erê, tu min nanasî, lê em ê bazarekê bi hev re bikin, ku herdu alî dilșad û xweșiyar bibin.”
“-De bila.”
Ew kesê nenas piçekî berken bû, gavekê ji mêrikê hêzingvan nêzîktir bû û got:
„-Tu yê tiștê xwe, yê ku niha li paș așê te heye, bidî min û ez ê jî te bikime xudan zêr û zîv.“
Mêrik çû li ser koka dareke șikestî rûnișt, palteyê xwe li darê da, ku nîvê tîjka wê di darê de winda bû, destên xwe li hev hêștin, tiliyêd xwe misdan û di dilê xwe de pirsiya:
„-Ma ji dara sêvê pê ve, li paș așê min, çi heye?“
Seriyê xwe rakir û gote wî kesî:
„-Bila her tiștê min yê te be, ewê ku niha li paș așê min e.“
„-Baș e, bazara me teva bû. Ez ê paș demekê bêm tiștê xwe bibim û heta wê demê tu yê bibî xudan gelek zêr û zîv.”
Wilo got û ji wir çû, di çavlêdanekê de ji ber çavên mêrikê hêzingvan winda bû.
Mêrik kurtedemekê hizirî, pașiya seriyê xwe xurand, rabû hêzingên xwe wekî șelekekî giran girêda, ew șelek Hilda ser pișta xwe, bi destekî bi benê girêdanê girt û bi destê dî palteyê xwe ji ser koka dara șikestî rakir û ber bi mala xwe ve çû û di rêya vegerê de bi dengekî nizim ji xwe pirsiya:”-Ev çi bazar bû!”
Gava gihaye mal, dît ku jina wî di deriyê malê de çavrêya wî dike. Di dilê xwe de pirsiya:”-Çi heye? Qey dota me nexweș e, an bûyerek çêbûye!”
Șelekê hêzingan ji ser pișta xwe avêt aliyekî perjîna ‘hewșa’ malê, palteyê xwe jî danî ser sewkiyekê ku li ber deriyê malê bû, ber bi jina xwe ve çû û pirs kir:
“-Çi heye?”
“-Ez çi bibêjim? Teviya tișt û pertalên mala me yekser hatîne guhartin.”
“-GUHARTIN?”
Wilo got û li pey jina xwe çû hindirê xaniyê ku wekî rohniyekê jê dihat. Çi bibîne! Hemî çemberên sendeliyan, kenefeyan û ya maseyê, ku berê ji tûc û cexcexe bûn, bûne zêr û vedibirîsin, kevçî û defir, qazik û tewik û legan bûne zîvî, û her tîștek di mala wî de hatiye nûkirin, textê wî yê razanê wekî yê padișahekî dixuye, jina wî yek û berê wekî pîrekî dixuya, di xemla xwe de, êdî wekî qumriyeka çeleng bûye, ji berê sipehîtir û jîndartir bûye.
Ew pirsiya:
“-Kî hate mala me, ku evqas guhartin, tê de hatiye pêdakirin? Evqas zêr û zîv, evqas tiștên giranbiha!”
“-Ne kesek hat û ne kesek çû. Berî niha bi demekê, hîn tu li nav daristanê bû, ev guhartin ji xwe berê pêda bû.“
Mêrikê hêzingvan zanî, ku bazara wî bi mirovê nenas re bi ser ketiye, teva bûye. Gote jina xwe:
„-Hevjîna min a giranbiha, mirovekî nenas hate ba min û me bi hev re bazarek danî, ez tiștê ku li paș așê me ye, bidime wî û ew jî min zengîn û maldar bike. Ma li paș așê me ji dara sêvê pê ve çi heye? Ew dar jî êdî pîr bûye û hema çi sêv jî nakevinê.“
„-Hey malwêran, te çi kir? Ev çi bazar bû, û te bi kê re bazar kir? Qey te ji bîr kir, ku „Șeytan“ xwe wekî mirovan dike û mirovan dixapîne? Ne Șeytan em hejar kirin?“
„-Jinê, van gilî û gazincan bihêle, ka dota me li ku ye, bila ji min re firavînê amade bike.“
„-Dota me li paș așê me, ew bin dara sêvê dimale, ku em li wir șalekê rêxînin û danê xwe yê salê li ser wê șalê vebirêjin.“
„-Li paș aș e?“
„-Erê…Ew ji zû de li wir e.“
„-Heywax, min çi kir!“
Wilo got û di cîh de li ser sendeliyekê rûnișt. Jina wî, ya ku sîngê wê ji xeydê hildihat û dadihat, bi milê wî girt û got:
„-Li gorî bazara te bi wî șeytanî re, dota me bû dêrîna wî.“
„-Erê.“
„-Tevî ku em nizanin ew kî ye, ew ji ku hatiye, mebesta wî ji vê bazarê çiye.“
„-Rast e. Hema wî histobariya xwe bi cîh aniye, û divê em jî histobariya xwe bi cîh bînin. Bazar bazar e.“
„-Qey tew mafê dota me nîne, ku ew destxwezekî bipejirîne an nepejirîne?”
“-Jinê, soz soz e. Binêre, wî çi daye me. Di mala șahekî de evqas zêr û zîv nîne.”
“-Qey dota me wilo erzan e, an jî kew e, mehîn e, deban e, an jî baxeke, ku em bi zêr û zîvan bifiroșin?“
„-Jinê, dema min bazar bi wî nenasî re kiriye, min nizanî bû, ku dota me li paș aș e, tenha dara sêvê hate bîra min. Lê niha, ez ji xwe dipirsim, ka wî kesî çewa dizanî, ku dota me li wir e!“
„-Mêro, min gote te, ku ew Șeytan e.“
Demek di ser wê rojê re derbas bû. Mêrikê nenas bi cilin reș, li ser pișta hespekî reș, hat bi perjîna mala hêzingvanê xudan pir zêr û zîv ket. Ji hespê xwe peya bû û gote hêzingvan û jina wî ya dilșikestî:
„-Ez hatî me, bo standina tiștê xwe, yê ku gava me bazara xwe kiriye, li paș așê we bû.”
Dota wan a panzdehsalî li aliyekî perjîna fireh rawest bû û guhdariya kesê nenas dikir. Dayîk û bavê wê li hev nêriyan, nizanîn çi bersîvê bidin. Dawî mêrik got:
“-Here bi çepilê dota me bigir û li hespê xwe suwar bike û ji vir biçe.”
Mêrê nenas berken bû û ber bi keçika tirsiyayî ve gav kir, çirqeçirqa nalêd hespê wî li pey wî hat.
Keçikê ji berê zû da, ji dayîka xwe efsaneyek bihîstibû, ku gava mirov di dora xwe re xêzekê bi hewrikê an bi rejiyê an jî bi soringê pêda bike, ên Gonê û Șeytan nikanin di ser wê xêzê an wê giloverkê re derbas bibin û ziyanê bigihînin mirov, ewana têne sotin, lew re ji tirsa sotandinê newêrin xwe ji wê xêzê nêz bikin. Wê yekser di dora xwe re xêzeke gilover bi hewrikê di ser tehtê kevirî re kișand, ewê ku li ser rawesta bû. Ew kesê nenas di cîh de rawesta û bi çavin ku çîkêd agirî jê dibarin li wê nêriya. Dawî ew vegeriya ba dayîk û bavê keçikê û got:
“-Eve tiștekî nebaș bû, ku hûn bi min dikin. Ez ê biçim, lê ez ê dîsa vegerim, da ez tiștê xwe yê ku dêrîna min e, bibim. Hema haj dota xwe bikin, bila ew çi caran seriyê xwe neșû, bila cilên xwe paqij neke û bila porê seriyê xwe șeh neke. Ez nikanim keçeka wilo paqij ji xwe re wekî jinekê bistînim.”
Wilo got û li hespê xwe suwar bû û hespê xwe ber bi daristana nêz ve bezand û çû, yekser ew ji ber çavên wan winda bû.
Keça ciwan nema seriyê xwe an cilê xwe dișușt, û nema porê xwe șeh dikir, ew her roj belengaztir, jartir û rewșwêrantir dibû, lê ji ber ku pir digiriya û hêstirên çavan bi ser destên wê de dirijîn, herdem destên wê paqij ma bûn, weku wê herroj destên xwe șuștine.
Demek wilo derbas bû, suwarê hespê reș dîsa hat, ku bûka xwe bistîne. Gava çavêd wî li destên wê yên paqij ketin, ew gelek xeyidî, tew ji hespê xwe peya nebû û bi ser dayîk û bavê keçikê de qîriya û ji wan xwest, ku ewana destêd dota xwe yekser bibirrin. Bi ser de jî gef û gurr dane wan û got:
“-Heger hûn destên wê nebirrin, ez ê cara dî bêm û we hersêyan bikujim, ne tenê wilo, ez ê hemî mirovên di van gundên li derdora daristanê jî bikujim.“
Keçikê guhdariya wî dikir û dizanî, ku rewșa wan wêran e, lew re gote bavê xwe, gava ew bi dilekî xemgîn hate ba wê û jê pirsiya, ka çi bikin:
„-Bavo, ez dota te me, te çewa biryar da, bila wilo be.“
Bavê wê palteyê xwe anî û bi lêdana herdu destên wê re teviya daristanê bi qîrîna keçik û bavê wê re hejiya û hiș di seriyên wan de tevizî. Dayîka keçikê bi zûkî destên wê pir bi hêz girêdan, da xûn pir jê neçe, û bi merhemên ku ji geyayên çolê amadekirî birînên destên keçikê pêçan û seriyê wê hembêz kir û li mêrê xwe nêriya, ew ê ku wekî lașeyekî bê can li ber lingêd wê, li ser axa perjîna malê bêhiș dirêj bûbû.
Paș çend rojan, bi hêvarê re, ku roj diçû ava, suwarê hespê reș vegeriya, hat ku bûka xwe bistîne. Gava wî keçika bêdest li ber deriyê malê dîtiye, ew berken bû, ji hespê xwe peya bû, diranêd wî wekî yên gurekî çile, zikbirçî û dev bi xûn, di devê wî yê reș û șîn de qîç bûn û çavêd wî ji destêd keçikê nehatin birrîn, wî bi lez gav kir, ku bi çepilê keçikê bigire û bavêje ser pișta hespê xwe, yê ku wekî hirçekî dixuya, lê wî tew nedît, ku keçikê li dora xwe dîsa xêzek pêda kiribû, hema vê carê bi rejiyê bû ne bi hewrikê bû, û ji ber ku roj diçû ava, ew xêza gilover tew ji wî ve nehate dîtin. Ji nișka ve qîrîniyek ji wî hat û agir bi cil û govdeyê wî ket. Ji ber êș û tirsê, wî xwe avêt ser pișta hespê xwe û ji wir baz da, alava agirî ji pișta wî bilind dibû, gava wî hespê xwe ber bi daristanê ve dibezand.
Paș wê bûyerê, nema ew „Șeytan“ careke dî vegere mala wan. Bav û dayîka keçikê, ku êdî gelek zêr û zîvên wan hebûn, gotine dota xwe, ku ewana amadene ji wê re koçkeke maldaran bikirrin, gelek baș bixemilînin, da ew tê de bijî, hema wê nepejirand û tenha ji wan xwest, ku destên wê yên jêkirî jê re têxînin tûrekî, da ew biçe li nav gundan parsê bike, ji ber ku ew ne amade ye, bi zêr û zîvên șeytanekî debara jiyana xwe bike.
Keçika bêdest li vir û li wir geriya, ji ber wê serpêhatiyê di nav gundiyan de navdar bû, lê jiyana mirovekî bêdest her bi êș û keser e… Rojekê ew bi șev giha ber koçka padișahekî, dît ku baxçeyekî sêv û hurmiyan li wir heye, wan sêv û hurmî zêrî ne, lew re di dora wan daran re coyekî avê, yê kûr û fireh, hatibû kolan, da kesek nikanibe di ser wê coyê re gav bike û sêv û hurmiyan jêbike. Dilê keçikê kete hurmiyekê û nizanî bû çewa wê bistîne û bixuwe. Pîremêrekî rûpak, bejinbilind û bi kirasekî sipî, ku ji aliyekî ve li wê dinêriya, çoyê xwe gihand coyê ava ku dixulxulî, av di cîh de zuwa bû, weku ew co pir ji zû ve bê av bû. Keçik derbas bû, bê ku sola wê ya çirrî șil bibe û di nav baxçeyê re geriya, lê ji ber ku ew bêdest bû, nedizanî çewa wê hurmiyê jêbike. Gava ew giha bin dara hurmiyê, dît ku pîkinê wê ji xwe berê daket, heta ew hurmî giha ber devê wê û bihneke xweș jê hat. Keçikê devê xwe avêt hurmiyê û çend gez li pey hev lêxistin, heta piraniya wê xwar. Pîremêrê rûsipî li wê temașa kir û berken bû, bi wê dîtinê dilșad bû. Lê wan herdukan nedizanî, ku baxvanê w baxçeyî bi dizîka li wan temașe dikir.
Roja dî, padișah hate nav baxçeyê xwe û dît, ku hurmiyeke zêrîn hatiye dizîn. Bang li baxvanê xwe kir û pirsiya, ka çi bûye, baxvan jê re got, ku pîremêrekî av ji coyê zuwa kir û keçeka bêdest hurmî xwar. Padișah hizirî û gote cadobazê ‚sihirbazê‘ xwe:
„- Eve tiștekî seyr e. Baxvanê min çi caran derewan li min nake. Tu çi dibêjî?“
„-Padișahê min, ewê ji van sêv û hurmiyan carekê bixuwe, wê bêguman dîsa bizava xwe bike, ku wan bistîne.“
Bi șev, padișah û cadobazê wî, xwe di nav baxçe de veșartin, dîtin ku dîsa pîremêr ava di coyê re dixulxulî zuwa kir, keçika bêdest derbas nav baxçe, dara hurmiyê pîkinê xwe jê re daxist û wê devê xwe avête hurmiyekê. Cadobaz ji paș koka darekê ve deng li keçikê kir:
„-Qey tu mirovî ji vê cîhanê yî, an tu ji cîhaneke dî yî?“
Keçikê bersîv da:
„-Ez berê ji va cîhana we bûm, hema niha ez ji cîhaneke dî me.“
Padișah nema xwe digire, ji paș darê derket û gote keçikê:
„- Bi salan û mehan e, ez li keçeka wekî te digerim. Were bi min re, ez padișah im û ez ê te li xwe marbikim.“
Padișah keçika bêdest li xwe markir, û çend salekê jiyaneke baș bi wê re teva kir. Hem padișah û hem jî dayîka wî gelek ji bûkê hez kirin. Padișah ji wê re du dest ji tûc û zêr û çermê bazan çêkirin, ku wekî du destin mirovî dixuyan. Hema Șeytan ne raza bû, çavdêrî dikir, kîn û nevîna wî ji berê bêtir û bi hêztir bû.
Padișah binzor bû ku biçe aliyekî dûr ê memleketa xwe ya fît û fireh, ji ber ku li wir ceng hebû. Jina wî li mal ma, ji ber ku bi du canan bû. Dayîka wî pir hajê dikir. Gava Xwedê kurekî kubar da padișah, dayîka wî namyek, bi rêya șandiyekî suwar, ji wî re hinart û di nameyê de nivîsand, ku jin û neviyê wê pir xweșiyar in û li hîviya vegera wî ne. Xwedê kurekî pir sax û çeleng dayî wî.
Șandiyê suwar teviya rojê ji ser pișta hespê xwe danehat, û tew nedizanî, ku suwarekî bi cilin reș û li hespekî reș pișthesp bûye, ji dûr ve li pey wî tê. Bi hêvarê re șandiyê șahanî westa, ew ji ser pișta hespê xwe dahat, da hesp piçekî vehese û têr av vexu, ji coyekî, ku di nav daristanekê re dixulxulî. Pișta xwe da koka dareke mezin û pêlên bayekî germik li rûyê wî dan, ew di xew ve çû. Suwarê hespê reș giha wir û ji hespê xwe peya bû, destê xwe avêt tûrê çermî, yê ku bi milê wî ve bû, vekir û name jê derxist. Name bi mûmê nehatibû șeqlekirin, ji ber ku nameyên dayîka padișah ne nameyên fermî bûn. Bi dizîka û hajêkirin name ji hev kir. Paș ku ew xwend, puf ser nivîsa li ser kaxedê kir, ew nivîs sîl bû û li șûna wa nûçeya baș, a ku ji padișah re diçû, wilo nivîsand:
„-Kurê min î bextreș, bûka te û neviyê min li hîviya te ne, hema ez çi bibêjim, ew ji navê bi jor ve mirov, lê ji navê û bi jêr ve seg e. Min dizanî, ku ev keça ku te li xwe markiriye, ne mîna mirovên rast û dirist e, hema min newêrî bû ji te re bibêjim û dilê te neșikînim.“
Șeytan name dîsa da hev, bi rîbana wê ya sor girêda û ji nû ve xiste tûrikê șandiyê, ku dikire xurexur.
Name giha padișahê, ku di nav kar û barê cengê de bû, ew bêtir ji kuștina peya û suwaran xemgîntir bû. Wî nizanî bû çi bike û çi bersîvê bide dayîka xwe. Li dawî, bê ku ew kaxedeke fermî bi kar bîne, hema li ser çermekî nerm nivîsand, ku bila dayîka wî bêtir hajê jin û kurê wî bike, heta ew vedigere, ew çerm da hev, bi rîbaneke sipî girêda û da șandiyê xwe. Ew șandî li hespê xwe suwar bû û bi aliyê keleha șahanî ve zîvirî. Hema Șeytan li benda wî bû, û rîhên xwe yên belek dixurandin. Di nîva rê de, șandî dîsa ji hespê xwe peya bû û dîsa pișta xwe da koka darekê û di xew ve çû. Șeytan bi asanî ew name jî derxist, puf ser nivîsa wê kir û li ciyê wê nivîsand:
„-Dayê, ez pir xemgîn bûm. Ez di cengê de me, lew re ez nikanim niha bêm. Kurê min î nîvê wî seg e, yekser bikuje, çavêd bûka min derxîne, zimanê wê bibirre û wê ji kelehê bavêje, bila kesek nizanibe çi bûye û ew jî nikanibe bo kesekî tiștekî bibêje.“
Șeytan, ê ku ew nameya guhartî, ji nû ve xistiye tûrikê șandiyê șahanî, guman kir ku bi wê șêweyê wî tola xwe ji keçika bêdest hilanî. Dayîka padișahê xemgîn, wê fermana kurê xwe tavilkê bi cîh bîne. Lew re ew berken bû û wekî lawekî çiyayî pișthesp bû û bi nav daristanê de wekî bayekî tunde lez kir.
Dayîka padișah, ê ku dûr bû ji kelehê, gava nameya kurê xwe xwend, guman kir ku nameya wê çewt hatiye têgihîștin, heta ku kurê wê bersîveke wilo daye. Lê ji ber ku ew tirsiya bû, ku kurê wê ji nișka ve vegere mal û berî her tiștekî bike jin û kurê xwe bikuje, wê nameya kurê xwe avête nav agirê, șand pey nêçîrvanekî û ji wî xwest, ku ew bi zûkî biçe nav çiyan û ji wê re koviyekê bikuje û bîne. Bê ku kesek bibîne, bi tenê xwe, wê parek ji zimanê koviya kuștî jê kir û herdu çavêd wê derxistin û xistin qutiyeke zîvî û di bin balifê xwe de ew qutîk veșart. Bang li bûka xwe kir, çiqineke tijî zêr jê re amade kir û gote wê, ku jiyana wê û ya kurê wê di bivebûnê ‚telezgehê‘ de ye, divê ew ji kelehê bi dizîka derkeve, û bila kesek nebîne ku wê kurê xwe bi xwe re biriye, berî ku mêrê wê vedigere û wan herdukan dikuje. Bûka ku dilê wê ji tirsa leriziye dizanî, ku xasûya wê pir ji wê û ji kurê wê hezdike, lê nedizanî ji çi re mêrê wê ji wê sîv hatiye û amade ye wê û kurê wê jî bikuje. Di tariya șevê de, ew bi dizîka di rêyeke binzevînî re, bi harîkariya xasûya xwe, ji kelehê reviya û li ser pișta kerekê, wekî jineka hejar a gundiyan, kurê xwe bi sîngê xwe ve guvaștibû.
Roj çûn û șev derbas bûn, jina bêdest giha ber xanekê, ku di orta daristanekê de bû û pir hindik rêwî û mêvan li wir ji rê diketin. Lê gava bizava xwe kiriye, da zêrekî ji berîka xwe derxîne û bide xudana wê xanê, tiliyên wê yên çêkirî baș kar nekirin û xudana xanê yekser tê derxist, ku ew jina padișahekî ye, ji ber ku çêroka markirina wê gelek navdar bûbû. Xudana xanê bi șev ji mêrê xwe re hewalda, wî gotê:
„-Jinê, bila tew kesek nizanibe, ku ev jin li ba me ye. Rojekê em ê binasin egera hatina wê vê xanê çî ye, û dibe ku em gelek pare ji ber wê yekê bistînin. Hema devê xwe li ser wê ji kesekî re veneke. Dibe jî gava em vê mijarê vekin, seriyê me pir bêșe, an jî hinek me bikujin. Pareyên wê hene an nînin, niha ev ne giring e.“
Padișahê xemgîn, gava vegeriya keleha xwe û bi dayîka xwe re peyivî û ziman û çavêd koviyê li ba wê dîtin, hîn xemgîntir bû, lê gava naskir ku nameyên wan herdukan hatîne guhartin, ferman yekser da, bo girtina șandiyê ku di navbera wî û dayîka wî de çûye û hatiye. Șandî ji wan re hewalda, ku wî du vehes dane xwe, herdu li bin darekê, li çûyînê û hatinê, ji ber ku rêya pir dirêj bû. Padișah dît ku tew gunahê wî xortî nîne, lew re ew ji ba xwe der kir, bê ku wî tawanbar bike, an bihêle ew xort bizane, ka ji ber çi ew hate girtin û ji çi re padișah pirsê wilo ji wî dike.
Padișahê dil tijî guman bûye, ji diya xwe pirs kir, ka bûye! Dayîka wî gotê, ku ev karê cadobazan û Șeytanan e, ev tew ne karê mirovan e. Ji wê rojê de, padișah dest bi lêgerîneke fireh kir, da jin û kurê xwe bibîne û wan li mala xwe vegerîne, û her roj ji dayîka xwe dipirsî, ka kurê wî wekî wî dixuye an ne, çav û dev û bejmêra wî çewa ye, ew çewa dikene û dest û pêyêd wî çone. Dayîka wî, ya ku ne kêmtir ji wî hezdikir, bûk û neviyê xwe careke dî bibîne, ji wî re her tiștek hewaldida û di ber hewaldanê re hêstir ji rûyê xwe dimaliștin.
Heft salan derbas bûn. Jina bêdest, a ku wan herdu destên çêkirî avêtibûn sandiqekê di odeya xwe de li qatê jorîn ê wê xanê, bi xûngermî bizava xwe dikir bo fêrkirin û mezinkirina kurê xwe. Roj bi roj destên wê bêtir xuriyan û ji wê re destin piçûk di șûna yên jêkirî de pêda bûn û roj bi roj mezintir bûn. Wê ji Xwedayê xwe xwestibû ku ji wê re destên wê ji nû ve pêda bike, da ew bi xwe berdestiya kurê xwe bike, û Xwedê axaza wê bi cîh anî.
Rojekê, padișah bi xwe, û bi wî re komek ji peyrewên suwar, ku ji welatekî dûr vedigerîn, hatin bûn mêvanên wê xanê. Xudana xanê ji mêrê xwe re got, ku wekî wê ji gelek mêvanan bihîstiye, ev padișah mêrê wê jinê ye, ku heft salin mêvana wan e û kesek pê nizane. Mêrê wê gotê:
„-Ka bihêle, ez bi șêweyekî neyekser, bizanim, ka ev padișah çi li ser jin û kurê xwe dibêje.“
Xudanê xanê, wê șevê, gelek mey da mêvanêd xwe, yên ku padișah di nêv wan de, bi dilekî xemgîn daniștibû û tew mey venedixwar. Paș ku peyrewên padișahê westiyayî serxweș bûn, xudanê xanê, bi lawazî û zanayî, pirsek li pey pirsekê kir, șor ji wan derxistin û wan jî bi asanî bersîv dane wî. Padișah li xudanê xanê hoșyar bû, ku dixaze agahiyan li ser jin û kurê wî bibihîse, lew re gotê:
„-Were ba min, ez ji te re teviya rastiyê bibêjim.“
Wilo got û ji xudanê xanê xwest, ku rêya razanga wî șanî wî bide. Jina xudanê xanê, ku li paș seriyê padișahê xemgîn rawesta bû û guhdariya wan dikir, gote mêrê xwe:
„-Dem hatiye em jî rastiyê bibêjin. Ne wilo ye?“
Mêrê wê bi hejandina seriyê xwe jê re erê kir. Herduka bi çepilêd padișahî girtin û birin gihandin ber deriyê odeya jina wî, ku di tenișta kurê xwe de raza bû û çarîkeke șevînî di ser xwe û kurê xwe re rêxistibû. Padișah derbas bû odeya, ku rohniya mûmeke mezin hindirê wê piçekî dida xuyakirin. Derî li paș xwe girt û ber bi textê razanê çû, dît ku kesek di bin çarîka șevînê de raketiye û diyare zarokek jî di hembêzê de ye. Padișah bi dizîka çarîk ji ser rûyê wî kesî veda, dît ku jineka dêmdurreyî, wekî jina wî ya windayî ye, lê herdu destên wê hene, û di hembêza wê de jî kurekî rû wekî sêvekê raketiye. Wî nizanî çi bibêje an çi bike. Jinik li wî hișyar bû, hem bi tirs û hem jî bi hîvî li wî nêriya û xwest, ku berî her tiștekî, kurê xwe ji lêdana șûrê wî biparize. Nizanî bû çi bike, lew re tenha gotê:
„-Erê ez jina te me û ev jî kurê me ye. Dilovaniyê li me bike, me nekuje. Me tiștekî nebaș nekiriye, Xwedê dîdarê min e.“
Padișah çû cîhaneke dî û vegera, dest li wî sist bûn û li ser keviya textê razanê rûnișt, dilê wî hate girtin û xwîdan bi ser eniya wî ket. Carekê li bejmêra kurê xwe nêriya, dît ku her pareke wî wekî ya mirovan e, segê çi û derewa çi! Lê gava li destêd jinikê nêriye, di dilê xwe de got:
“-Dibe ev jin wekî jina min a berê be, an ji min ve wilo dixuye. Hema destêd vê hene. Qey eve tew ne jina min e? Ev kur jî dibe kurekî dî be, ji ber ku min kurê xwe tew nedîtibû.“
Jina wî çû, ji sandiqa xwe, wan herdu destên çêkirî anîn, û çêroka xwe û ya jêkirina hurmiyan ji baxçeyê wî anî bîra wî, û bi ser de jî, hinek bûyer ji wî re hewaldan, ku padișah baș dizanî, ji wan herdukan pê ve kesek nizane. Kela dilê wî dahat û wî zanî, ku ew jin jina wî ye û ew kur kurê wî ye, herdu hembêz kirin, ew û jina xwe bi ser hev de giriyan.
Roja dî, padișah dest bi șahiyeke gelek mezin kir, nûçe ji dayîka xwe re hinart, û heft roj û heft șevan dewateke mezin çêbû… Padișah bi jina xwe re vegeriya kelehê û bi hev re jiyaneke dirêj û xweșiyar derbas kirin û gelek zarokên wan pêda bûn.
Çêroka me teva bû, gewriya me ji hewaldanê zuwa bû…
Selewat û silava li peyxemberê ummetê bikin, û ji me re xewaneke dagirtî amade bikin.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Keça ciwan a bêdest

Cankurd kullanıcısının resmi

Keça ciwan a bêdest

Cankurd kullanıcısının resmi

Keça ciwan a bêdest

Nivîsar

Cankurd
7 Bingehên xebata rojnamevaniyêa dirist û serkeftî, li gor pisporê navdar Eugene Meyer, ku di 5ê Avdara 1935ê diyar kirine: