Şah Meymûn

Ji cçrokên Socin û Prym - 1889
Tîpguhastin û amadekirin: Cankurd

Go carig(k) ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, paşak hebû, sê kurê wî hene, hersê kamil bûn. Meclîs û ehlê bajêr gohtin (gotin):”Paşa, hersê kurê xwe bizewicîne.” Paşa got:”Ez nazewicînim, heçî bihebînin bere ji xwe re bistînin.”
Sê tîr û kevan ji wa re çêkir, go:”Tîrê xwe bavêjin, li ku derê bikevin, emê keçig(k) bistînin.”
Lawikê mezin tîrê xwe avêt hewşa qazî, keçê qazî lê mehir kirin. Lawikê navê (navî) avêt hewşa muftî, keşa muftî lê mehir kirin. Ma yê biçûk, ew jî avêt, tîrê wî winda bû, lê gerîn û ne gerîn, nedîn. Bavê wî lêxistiyê, go:”Te tîrê xwe winda kir.”
Çû kurik li tîr digere, çû qesrig(k) dî, tîrê wî li hewşê qesrê ye. Rahişt tîr, meymûnek vêra hat, li meymûn nirî, mê ye. Kurik got, go:”Belkî qismetê mi ev e.”
Hat mal, meymûn vêra hat. Hat meclîsê, meymûn vêra dîn, lê keniyan. Bavê wî jê xeyidî, go:”Çi meymûnek ji xwe ra anî.”
Go:”Ji serê (serayê) min biderkevin hersê.”
Biderketin, her yeg(k) ji gund û der ve ji xwe ra ava kir, û ew û meymûn rûnişt(in).
Diçê kurik, goşt dikirrê, li mal datînê, tê bi şev, şîvê xwe hazir dibînê. Yek roş(j) kurik biderket, derî girt, meymûn li hindirû ye, lawik çû kulekê, li ser meymûn difericê, meymûr(n) rabû çermê xwe ji xwe jê kir, biderket gurc (keç). Kurik lêdifericê, kurik şah (şa) bû, hat hindirû kurik, kir meymûn bedlê xwe li xwe bikê.
Go:”Bedlê xwe li xwe meke.”
Bedlê xwe li xwe ne kir. Çû keçik maç kir, herdu rûniştin kêf kirin.
Ivarî go:”Ezê herim meclîsê bavê min.”
Meymûn go:”Here.”
Kurê paşa çû, li meclîsê rûnişt. Paşa dilê wî ji kurê piçûk ne xweş e, herdu kurê dîtir hatin meclîsê.
Paşa got, go:”Kurê min, ezê ji we ra bibêjim.”
Gotin:”Bêje.”
Go:”Heçî kerasig(k) ji mi ra bînê, meqes lê ne ket û bi derziyê ne dirûtî.”
Herdu kurê mezin jinê wa heye, gotin:”Ser çava.”
Paşa divê serê kurik(ê) piçûk bibirre.
Dibê:”Çima jinek meymûn ji xwe ra anî.”
Mewla wa şertê a’sê tavêje (davêje).
Gotin:”Bere bê.”
Rabûn hersê hatin, her yek malê xwe. Kurê piçûk got meymûn, go:”Bavê min ev şert xwast.”
Meymûn got lawê paşa:”Here cîhê tîrekê, bêje Topel Meymûn, wê biderkevê, bêje Şah Meymûn got; ez kirasê mitirbê hewe dixwazim, wê bidine te, bîne û were.”
Kurik çû hewşa qesrê cîhê tîrek, go:”Ya Topel Meymûn!”
Biderket, go:”Çî ye?”
Go:”Şah Meymûn dibêje; ez kirasê mitirbê hewe dixwazim.”
Go:”Ser çava.”
Guwîzek dayê weke guwîzê Hindiya. Guwîz vekir, kirasek ji guwîz(ê) biderxist, meqes lê neket(î) û bi derzî ne dirûtin.
Go:”Ji te re, bibe bavê xwe (re).”
Kurê piçûk çû meclîsê, birayê wî hatin, her yek kirasek anîn (anî), dane paşê. Paşa li kirasê wa nêrî, go:“Xeyr ev dirûtine.“
Got kurê piçûk, go:“Ya xwe bîne.“
Kurê piçûk ya xwe dayê, lê nêrî, ecêbeg(k) dibîne, go:“(Te) ev şertê min bir serî.“ Ew roj dilê wî ji kurê wî xweş bû. Kurik hat cem meymûn, sebra wî li meclîsê nayê.
Kurê paşa ya (yê) mezin bavê xwe bire hemamê, kurik nave (navîn) ew jî bavê xwe bire hemamê. Kurê piçûk got ji Şah Meymûn, go:”Herdu birê min ê mezin bavê min ezimandin birin hemamê, maye dorê mi.”
Şah Meymûn go:”Qenc e.”
Hungulîsê xwe ferikand (misda), go:”Ez dixwazim hemamê bavê min tevli û qehwe bên vê derê.”
Çi dî? Hatin wê derê.
Go:”Here bavê xwe bîne.”
Şah Meymûn dibêje. Kurê paşa çû pişt bavê xwe.
Go:”Yabo.”
Go:”Çî ye?”
Go:”Were hemamê min.”
Go:”Hemamê te li ku derê ye? “
Go:“Te çi jê ye?. Tu were.”
Paşa û meclîs rabûn vê re, çûn qesrê kurik, çi dîn? Hemameg(k) dîn û qehwe tê heye, el hemû (li hemû) ciha weke wî nîne.
Paşa li hemam(ê) dinêre dibîne, go:”Ev hemam ji ku derê ye?” Dipirsê ji kurê xwe.
Kurê wî go:”Xwedê daye min.”
Paşa çû mal.
Kurê wî ya (yê) mezin go:”Işev were cem me, tu û meclîs, ezê e’zîmet çêkim.”
Go:”Qenc e.” û bakir wê gundî hemû, go:”Werin li cem me bireqisin.”
Çûn hemû cem kurê paşa.
Şah Meymûn got mêrê xwe:”Tu here ber (berî) min, ez ê bêm ji xwe re.”
Kurê paşa ya (yê) piçûk hat rûnişt, meclîs lê keniyan.
Go:”Te çima meymûn bi xwe re nanî (ne anî), hebik ji me re bireqise?”
Dey nekir kurê paşa. Carig dî jinê wî û didu dî hatin weke kevoka li şibag(k) danîn, bûn keçik.
Dîlanê keçika direqise, hersê ketin dîlanê, paşa û meclîs li wa diferice, ecêb dibîne, dibêje:”Ev keçikê xerîb ji ku derê hatine?”
Dibêjin:”Em nizanin.”
Kurê paşa ya (yê) piçûk zanê ê qenc Şah Meymûn e, jinê wî ye û herdu êdî nas nake, dey ne kir. Şîv xwarin, Şah Meymûn û herdu keçik bûn kevok û ji nav govendê firrîn. Paşa dipirsê ser hersê keçik, dibêjin:”Me nedî, winda bûn.”
Çû meclîs bela bû, her yek, û hat malê xwe. Paşa had(t) got jinê xwe, go:”Ya jinê min, ez çi bibêjim, ez çûm îşev cem kurê xwe, mi dî sê kevok hatin, hersê bûn keçik û ketin dîlanê, weke wa hê mi nedî, ji govendê hersê bûn kevok û winda bûn, eqlê mi ma li cem wa.”
Kurê paşa ê piçûk hat mal, Şah Meymûn dî, ji Şah Meymûn pirsî, go:”Ew herdu bi te re bûn, kî bûn?”
Go:”Xuhê mi bûn.”
Dey ne kir, kêfa wî hat.
Şah Meymûn got kurik, go:”Here, bavê xwe bîne cem me, ew û meclîsê wî, emê e’zîmet ji wa re bikin.”
Kurê paşa çû got bavê xwe, go:”Were tu (û) meclîs, were cem me.”
Paşa got:”Emê bên dem (da em) binêrin meymûn çi ji me re wê çêke.”
Paşa û meclîs hatin qesrê kurik. Şah Meymûn çermê meymûn jê kir, gurc (keç) biderket. Hungulîsê xwe ferikand (misda), go:”Ya hungulîs, me xwarin divê ji hemû te’ema û minsefa hemû zêr bin û kefçî hemû zîv bin.”
Çi dî? Weke got çê bû, li ber meclîsê danî Şah Meymûn. Paşa Şah Meymûn dî gurc, nizanê jinê kurê wî ye, go:”Xwedê bikê ev jinê mi bê.”
Paşa wilo got. Şah Meymûn tevda û sufre winda bû. Paşa û meclîsê man weke lal. Ji kurê xwe pirsî, go:”Kanî ew jinek û sufre?”
Go:”Nizanim.”
Go:”Te çi got bi dilê xwe, yabo?”
Go:”Mi got: Xwedê bike ev jina mi be.”
Go:”Yabo, te qenc ne got.”
Go:”Çima, kurê min?!”
Go:”Yabo, jina mi bû, Şah Meymûn bû.”
Paşa li serê xwe xist, go:”Wey li min û li gunahê min.”
Paşa girî.
Rabû ew (û) meclîs hat mal, hat ji jinê xwe (re) qiset kir, go:“Ewê mi dî li e’zîmetê kurê min, jinê kurê min ya (yê) piçûg(k) bû, Şah Meymûn bû.”
Kurê wî digerê li qesrê ew bi tenê. Rabû yek subeh welat hemû geriya, Şah Meymûn nedî, şevek li çiya ma razayî, Dibek (hirçek) hat mêrig(k) dî razayî, ji xewê rakir bi lingê xwe, mêrik rabû, go:”Li vir tu çi dikî?”
Go:”Mi rê winda kir.”
Go:”Tu mi nastênî?”
Dib (Hirç) dibêje.
Go:”Jinê mi heye.”
Go:”Tu derewa dikê.”
Mêrik bi zor kişand bir qesrê xwe. Mêrik li qesrê rûnişt weke lal. Dî bêrmik li hewşê heye tijî av. Dib mêrik bir odê cem xwe, go:”Were bi mi re bişuxule.”
Mêrik mirinê xwe dixwaze.
Dib go:”Were, lê ezê rabim te bixum.”
Mêrik çû cem Dib, dikê û nakê, kîrê wî ranabe, dilê wî naxwaze.
Dib dibêje:”Zû bixe hindir.”
Go:”Ya Dib, welleh ranabe, ez çi bikim?”
Dib şewitî, go:”Çima ranabe?”
Go:”Ez ne mêrim.”
Dib rabû, go:”Ezê herim dermana ji te re bînim.“
Go: “Tu bixuwe, kîrê te (wê) rabe.“
Go: “Qenc e.“
Dib bi derket, deriyê qesrê asê kir, muftah (mufte: Kilît) stand û çû, go mêrik:“Nereve.“
Yek roj li bermê difericê, Şah Meymûn û herdu xuhê wî (wê) hatin bikevin bermê, laşê xwe bişûn. Danîn li devê bermê hersê, ketin nav avê, bi derketin, herdu xuhê Şah Meymûn bûne kevok, dibêjin ji Şah Meymûn (re):“Bibe kevok, zû dem (da em) bifirin.“
Şah Meymûn got:“Serê mi têşe (dêşe), nikarim bifirim, herin û ji mi bigerin.“
Xuh dikin nakin ji Şah Meymûn, go:“Xeyr, ez nayim.“
Herdu çûn û Şah Meymûn hiştin.
Şah Meymûn bakir kurik, kurik bi derket, go:“Tu li vir çi dikê?“
Go: “Ax Şah Meymûn, ez li te digerim.“
Go: “Were dem (da em) herin.“
Şah Meymûn bû kevok û mêrik ser piştê xwe danî û firî. Çûn li qesrê kurig(k) danîn. Dib hat qesir vekir, mêrik nedî, dîn bû, derî girt û bi derket li mêrig(k) digere, liqayê şêr bû, go:“Te yeg zilam nedî?“
Go: “Na’a..“
Go: “Welleh te xwar.“
Sund xwar, go: “Xulamê min, min hajê nîne.”
Dib û şêr şer kirin, şêr kulmek lêda dib, herdu çavê wî bi derxist û şêr revî. Dib kor li welad(t) digerê.
Kurê paşa got Şah Meymûn, go:”Cilê meymûna li xwe neke.”
Go:”Bere bê.”
Şah Meymûn go:”Here, bavê xwe û diyê xwe bîne cem mi, ezê e’zîmet çêkim.”
Kurik çû bakir bavê xwe û diyê xwe, gotin:”Tu kengê hatî?”
Go:”Doh.”
Gotin:”Te jinê xwe anî?”
Go:t:”Erê.”
Paşa û diyê xwe bir, li Şah Meymûn dinêrin, ecêb dibînin hongî (hîngî) qenc e, dilê wa xwarinê nabe, lê difericin.
Rabû paşa, kurê xwe û Şah Meymûn bir mala xwe, bajar(î) Şah Meymûn dibînin û lê difericin. Xwedê du kur da Şah Meymûn. Paşa îxtiyar bû, Şah Meymûn libek behîv şikinand, dilê behîv da paşa, go:”Bixu.”
Xwar, vegeriya xort, xortê çardeh salî.
Tu ji me re sax.

۩۩۩۩۩

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Ji efsaneyê Kurdan

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.