Avakirina neteweyekê - 1

Cankurd
kurdaxi@live.com
http://cankurd.wordpress.com

Bê guman pêdabûna kesayetiya mirov li ser rûyê vê zevînê, gava serekîn û bingehîn bû, ji pêdabûna civaka mirovî re, ji ber ku ev civak ji mirovan pêda bûye, û derketina kesayetiya mirovî di gerdonê de bûyereke gelek mezin bû di nêv sirûştê de, mirov ji ajalan pêda bûye an Xwedê ew li gor baweriyên olî bi taybetmendiyekê afirandiye, ciyê gengeşiyeke dûrokî ya dirêj e, hema pêdabûna civaka mirovî û avabûna kesayetiya civakê, wekî mestirîn bûyerên pêşketina mirovî ye. Di vê yekê de zanayên kesayetiyê û yên civaka mirovî, çi bawermend çi bêbawerî, yekdeng in. Guman tê de nîne.

Mirov dema bi serê xwe be, ew tenha li ser pêdiviyên xwe yên rojane, wekî xarin, vexarin, xweparistin ji ajalan, ji dûpişk û maran, ji xumxuma ewiran û lêdana birûskan, bi ser ve jî ji bo bicîhkirina razanga xwe, teviya dema xwe derbas dike, lê gava ew bi jin û zarok be, ew bi bira û xang be, ew êdî ne tenha xemwarê xwe ye, ew xema malbata xwe jî dikişîne û lew re ew dibe mirovekî civakî.

Pişt re ew malbat fireh dibe, zar û zêç bêtir dibin, û bi wê firehbûnê re histobariya mirovê ku berê bi serê xwe bû, mestir û balatir dibe. Ew binzor dibe bo pêdakirina têkiliyên civakî di nêvbera xwe û wan endamên civaka piçûk de, ya ku li derdora wî ye, bizavên curecure bike. Histobarî di komika mirovî de tên parvekirin û bi wê parvekirinê re deselatdariya civakî jî pêda dibe û herku firehtir dibe bêtir têye li saz xistin, têye organîzekirin. Çembera nasyarî û zanîna mirovî jî firehtir dibe, û bi zanîn û nasyariyê civak pêş dikeve û hêzdartir dibe. Bêguman pevçûn di nêv endamên komikê de jî pêda dibin û di pevçûnan de yên hêzdartir hêzingiyê, deselatê û bavtiya komikê dikin. Pejirandina encamên pevçûnan û parvekirina histobariyan jî serohat û traditionan pêda dikin. Di çanda civakî de heram (qedexe an berbestî) û helal (Ne qedexekirî an serbestkirî) tên naskirin û ji hevdu cihê dibin, zagon (Yasa) pêda dibe. Wilo em dibînin, ku civaka mirovî ya li darxistî, bi deselatî û histobariya civakî, bi çanda civakî, bi zagon û yasa û ol ava dibe.

Ji ber ku di zimanê Kurdî de, tevî ku ew zimanekî rast fireh e, pirtûkên li ser „Zanîna civakî“ nînin, lew re em ê di gotara xwe de pêrgî hinde astengiyan bên, û ji ber kêmbûna bêjeyên pêwîst û ravend bo şirovekirina mijarê:

Avakirina neteweyekê, em ê binzor bibin wan pêda bikin, lê wê li gor bend û bingehên zimanê kurdî bin, wê asan bêne têgihîştin.

Mirov ji ku hatiye?

Li gor ol û baweriyên dînî, mirov ji aliyê Xwedê ve, ku kesek an tiştekî wekî wî nîne, mirov ji axê pêda kiriye û ji ruhê xwe nefesek daye wî, ew mirov bi navê Adem bû, ew kiriye serdestê hemî afirindiyan û ji giş melekan xwestiye, ku ewan serî ji Adem re deynin Secdê bikin, gişan ew ferman pejirandiye, tenha Iblîs „Şeytan“ nepejirandiye û gotiye, ku ew ji agir e û agir ji axê bi hêztir e û paqijtir e. Pişt re Xwedê ji Adem re jinek pêda kiriye, ku li gor oldarên Israîliyan, ew jin ji parsûyên Adem e, û ew jina ku bi navê Hewa bû, li gor dîtina wan Israîliyan, bûye egera derkirina mirov ji behiştê. Temenê mirovatiyê jî li ser rûyê zevînê, di “Israîliyatan” de, nagihîne 15000-20000 Sal.

Di nêvbera vê nêrînê û ya Islamê de ciyawaziyek heye, ji ber ku di Qurana pîroz de Iblîs herdukan dixapîne, hem Adem û hem Hewa, wilo jî jin nebûye egera xapandina Adem, ew bi xwe jî ketiye davka Şeytên. Ya dî ewe ku, mirov li gor Qurana pîroz demeke pir dirêj ji demê jiyaye, û tew nehatibû bi lêvkirin. Gava Xwedê xwestiye mirov pêda bike, ew viyana xwe li ber melaîketan tîne zimên û dibêje ku ew ê mirov pêda bike, melaîket bo Xwedayê xwe gotineke nêzîk vê dibêjin:“Ma tu yê wî yekî pêda bikî, ew ê ku xûnê dirijîne û zevînê diqerijîne?”

Mamhostayê zanînên Quranê, Prof. Dr. Gaborî, dibêje ku nedûr e mirov berî Adem bi milyonan sal jî hebûn, ji ber ku melîket ji ku ve dizanin, ku mirov xûnrêj û zevînqerêj in. Mirov ên berê hebûne, hema xûna hevdu rijandine, zevîn qerêj kirîne û hevdu qirkirine, lê em, mirovên niha, ji pişta Adem in.

Li gor zanîna mirovî, ku ji zû ve pirsin mezin li ser kok û maka mirov hatîne pirskirin, ev pêvaçûya mirovî, ji pêşkeftina hinek nijadên ajalî pêda bûye û pêş ve hatiye.

Hîn di dema Fînîkqiyan de, ku niştê wan Lubnan a niho bû, ger û çûyîneke bi navê (Hanno) heye, ew Hannon, ku di sala 520 Berî Zayînê de, ji Qurtaxe an Qirtaje bi 60 keştiyan derketiye, rûyê xwe daye Marakêş, û di Atlantîk re heta çemê Zêr, ku jê re (Rio de ORO) dibêjin, pişt re heta çemê Senîgal çûye,li hinek welatên Afrîka mirovin wekî Gorêlla dîtine, çend kes ji wan bi xwe re li keştiyên xwe bar kirine, lê di zireyê de ewan kuştine û tenha çermêd wan bo pûtperestgeha Yûnû bi xwe re anîne.

Helbestvanê ereb ê navdar, Ebûlela Elmeerrî (973 -1057), di helbesteke xwe de dibêje, ku tiştê xelk heyret kiriye, ewe ku ajalek ji hişkiyê pêda bûye. Hinek dibêjin ku mebesta wî pêdabûna mirov e. Ji xwe Ebûela Elemeerrî bi ol û dînan bawer nedikir û li ser wan helbestin balkêş vehûnandine.

Berî Darwîn bi sedan sal, civaknas û dûrokvan Ibin Xeldon (1332-1382), seriyê xwe bi mijara pêdabûna mirov êşandiye, ew asoyê jêrîn ê pêdabûna mirov bi asoyê bilind ê ajal „ Heywan“ ve girê dide, û li ser pêdabûna mirov ji meymûnan tîne zimên. Dîtinên Ibin xeldon pir pêşdatirin ji derxistina kelexoyên mirovê „Naynderthal“ û mirovê „Cawî“, ku jêre „pithecanthropus Erectus“ dibêjin.

Lê çendîn zanîn pêş ve çûye jî, kesek nikane bi cîh bike, ku ew dîdarê va Pêvaçûya demdirêj a civaka mirovî ye, ji ber hindê jî, gelek dîtin û nasyarî tev li fantaziya zanyaran dibin, hema roj bi roj, paş evqas pêşkeftinên mezin di zanînên civakî û mirovnasînî de, û bi taybet zanînên DNA û kompûterên hêzbilind, mirovatî gav bi gav ber bi wê rastiyê ve nêzîk dibe, ewa ku mirov ji yek nijad û yek jêder dizane.

Qurana Pîroz jî, gotineke wekî vê dibêje, ku mirov yek netewe bûn, ol û baweriyê ewan ji ser hev belav kirin.

Dûmahîk heye....

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Nijadên mirovî -1

Cankurd kullanıcısının resmi

Nijadên mirovî -1

Nivîsar

Cankurd
7 Bingehên xebata rojnamevaniyêa dirist û serkeftî, li gor pisporê navdar Eugene Meyer, ku di 5ê Avdara 1935ê diyar kirine: