Hinek şîretên piçûk bo avakirina malperekê di (www) de

Cankurd
1- Berî her tiştekî divê tu ji xwe re mebest û amanca pêdakirina malpera xwe xuya bikî. Bo nasdana kesanî ye, bo avakirina rojnameyekê ye an jî bo belavkirina wêne û parçeyên denganî ye? An jî malpereke tevayî ye?! Ji her babetekê re, berê di bernameyên ristina malperan de pêşkarî hene, ku ji te re nimûneya rojnameyekê, an malperek kesanî an jî yeke bazarî…amade kirine, tu dikanî wan ji xwe re, li gor daxwaza dilê biguhêrî, û tew ne pêwîste, ku tu di wî warî de jêhatî bî…

2- Berî ku tu malperekê bi xwe ava dikî, di Internetê de li malperên din ên xelkê binêre, da tu ji wan pir agahî bistînî. Hinek malperên amadekirî hene, tu dikarî ji wan pir hode bistînî (bo nimûne: Li ba Trellix, ZY-Web, About, Homestead, Cnet û Zdnet…). Tu dikarî ji xwe re wek tu dixwazî wan biguhêrî û bêyî, ku tu wan daxînî nav computerê xwe, bi kar bînî û wilo tu pir cî di computerê xwe de li arê nadî…Piraniya wan kar û xebatan bê pere ne, lê bo hinekan jî divê tu piçekî destê xwe vekî…Ewên bê pere, carina yekser tên girtin, lê hene jî temendirêj in.

3- Herku grafîkên giran, ku pir Byte ji firehiya malperê birine û herku datayên denganî an wêneyên Dîgîtal di malperê de pir bin, ewqas serêlderên malpera te derengtir wê ji Server tînin xarê, û bi taybet li welatên paşkeftî, lew re ji bîr neke, ku teherên (formên) GIF (Graphic Internet File) û JPG (Joint Photography Expert Group) pir cîh ji serpelê malperê nestînin û ji bo wê yekê baştirîn form bo hembarkirina grafîkan bi kar bîne... Wêneyan piçûk bike an jî derdorên wan ên, ku ne pêwîstin bi bernameyên wênekariyê bibirre…

4- Metnên berê nivisandî, tu dikarî bi asanî daxînî nav malpera xwe, lê belê hinek nûserên (edîtorên) malperên amadekirî hene (wek Trellix bo nimûne) hemî tîpên taybet nabin û napejirînin. Ji wan (ş) ya kurdî, ku tu dikanî bikî (sh)…an jî tîpên erebî, ku carina bo xwendina wan di hinek deran de, bernameya (Kod-standinê) nîne…

5- Gava malpera te ji pir pelikan (laperan) be, divê tu ji bîr nekî, ku di her pelikekî de nofirk û Linkên xwe binivîsî, da mêvanê malperê bi asanî ji wî pelikî biçe ciyê, ku tu hezdikî. Şirovekirinên li gel nofirk û Linkan hîn xwendina malperê asantir dikin…Asantirîn çare ewe, ku tu serpelê malperê (index) kopîbikî, û wê wekî pêşpelekê bo pelikên dî biguhêrî, da tu wan nofirk û Linkan tew ji bîr nekî…

6- Divê mêvan li her derekê bizane, ew li kî derê ye û dê ku ve biçe. Bo wê yekê di serpelê de nexşeya malperê (Site map) hebe, wê hîn baştir be.

7- Ji mêvanên malpera xwe bixwaze, ku raya xwe di xebata te de diyar bike, lew re ji bîr neke, ku E-mail a te di malperê de, li ser her pelikekî asan bite dîtin an jî deftereke mêvanan di serpelê de hatibe bi cîhkirin.

8- Dokumentên tu dixînî nav malpera xwe bila her bi sernav û dem hatibin nivisandin, û baş bizane, ku gotarên pir dirêj di malperên Internetê de nayin xwendin, lew re her kin û kurt binivîse.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Hinek şîretên piçûk

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.