Anatolî - (Anadolu)

Anatolî, ku´b mana Rojhilat a Yûnanî
Ji Mermer ê, Derya Reş, Derya Sipî hetanî

Tixûb ê Kurdistan ê, Ermenistan ê heye
Ku pênsid û çil û heft hezar kîlo mêtre ye (547.000 km2)

Berya ku «Roma» lê hat, tê da Lîdya, Lîkya bûn
Mîsya, Qarya, Fîrîkya, Îswarya, Kîlîkya bûn

Qapadûkya, Bîtenya, Xalatya, Yaflaxûnya
Yamfîlya, Lîkaûnya, Pont û Pîsadya, Yûnya

Hemî ku ew Arî bûn wekî gel ê «Tirakî»
Aly ê bakûr parî bûn, Samî, Arî tevakî

Rom û Mad û Persî yan ku´l hev lê ceng û şer kir
Selcokî, Osmanî yan tevda zêr û zeber kir

Ebbasîyan berya wan herdû yobaz ên caris
Lê dan ku cerd û talan, bêjing kirin wek garis

Selcogîyan reşandin, lê, çandin a farisî
Osmanîyan hejandin, bi yobazî carisî

Ku´l hesp a bûn barên wan hov û har û eşqîyan
Wek mirtib an kar ê wan, ku tim dughestin cî yan

Herçî cî yû mekan ê ku ew hov hatin tê da
Lê dan cerd û talan ê yaxma kirin ew pê da

Kelepûr û çandîn ê gel an kirin payî mal
Ku adet û ayîn ê xwe´b zor li wa kirin mal
Mîna guran ketin nav, abûrî ya wan gel an
Yaxma kirin bê paxav, burc û eywan û kelan

Ji wî gel ên ku tê da, îro hene melez in
Tevlihevin ku pê da, Kurd û Laz û Çerkez in

Abaze û Pomax in, Rom û Pontûs û Tat in
Gurcî, Qerepapax in, Terekme û Xirvat in

Qafqasî û Azerî, Fille, Ereb û Ecem
Qemçek jon ên soyterî, ku´d bên: hemû Tirk in em

Dibên: ku´j gurê harin, çêl ên Turanî hene
Hêr û hov û barabar in, ji herkesî zêde ne

Gur ên Orta Asya yê ku´j Qirxiz û Tatar an
Bela ser ê dunya yê hatin wan hov û har an

Ku´l talan û cerd a bûn, karê bav û kal ê wan
Li ser piştên hespa bûn, kirt û pirt û malê wan

Ku´d bên: hemî turanî hene ew çêl ê gur a
Li caşik an giranî nayê, ku bûne bir a

Dîn, genî û yobaz an kul hev bi çerx û firk in
Wekî, Çerkez û Laz an ew jî ku´d bên: em Tirk in

«Ku´b temam ê dunya yê Tirkek tenê di hêj in»
Gur ên Ûral-Altay ê ku wan virr an davêj in

Qizil Sultan ê xaîn, Ebdulhemîd ê sanî
Ku nefret û girr û kîn, bi nav ê dîn lê anî

Alaî yên Hemîdî ku´b qurnasî lê çêkir
Kurdistan ê ku îdî, mîna gol s xwîn ê kir

Kurd û Fill a berda hev, ku´l qad a rojhilat ê
Da ber kill a qirr da hev, ku´l Sasûn û Xozat ê

Mûş û Bilîs û Wan ê, Talorîk û Farqîn ê
Ezurm û Ezîrgan ê, Qers û Sêrt û Mêrdîn ê

Ku´l şikeft û dêr an bi hezar an jin û zar
Dan ber singû û kêr an, agir berdan ê hewar!

Kort û çal û xendek ên tê da Fil a ku sot in
Don, dikşîya´j cendek ên wan, dîtî yan digotin

Dêr a Karmûç(*) û Hazro, deşta Mûş û Amed ê
Ku´d got: xatîk a Besro «hewar ji bona xwed ê!»

Kal û pîr û jin û zar, tixa axçîk ên Filla
Ji zerîb an tanîn xwar, di dan ber dev ê gulla

Het a Ceng a Cîhan ê xwed ê ku´b serda ânî
Revîn, cewr ên Turan ê genî, qarcik hilanî

Ku Înglis û Yûnan a, Îzmîr û Îstenbol ê
Kirt in ji destê wan a sêpar ê Anadol ê

Kom a yobaz û xon a wilo ku´j hev bela bû
Dizgîn ket dest ê jon a, Kemal Paşa ku rabû

Çû, alî rojhilat ê, şêx û axa yên kurd a
Li hev anî civat ê, li Ezurm ê, lê virr da

Ku got: «welat ê we ye Kurdistan a delal î»
Îslamî dîn ê me ye, cîhad ferz e her alî

Rabin hûn alî me kin ku em welat xilas kin
Paş ê hûn daw a xwe kin em ê heq ê we nas kin

Ku wan xapand, bi dîn ê ber ê wan da Yûnan a
Mehrûm kirin ji jînê, wan dil saf û nezan a

Paş ê ber ê xwe da wan lê ku keys a xwe anî
Guşt û yaxma û talan kir û´j welat deranî

Li Dersim û Zîlan ê li Agrî û Xozat ê
Li Sason û Reman ê mîna gur a ku hat ê

Ku´b hezar an jin û zar, kal û pîr û xort û can
Kuştin, her cî tar û mar kirin, yaxma û wêran

Singû ku´l zik ê jin an didan li qîz û bûk an
Li ber çav ê mezin an dest davêt in piçûk an

Belengaz û xerîb an, girê didan ji par a
Ji zinar û zerîb an davêt in jin û zar a

Ku ew mukafat a wan he bû, berdan Yûnan a
Heq ê wî xebat a wan, wilo ku dan e wan a

Eger ku ew nebûn a ne xapan a bi dîn ê
Dê Yûnan a bi hûn a li wan bend ê doxin ê

Belê, ew roj wê were, şêr ê azad î qildin
Ji zirmol ên kerker e heyf û tol a xwe hildin

herkes, bighên heqqê xwe, bijîn wekî însan a
Dirîj ne kin şeqqê xwe, lafezan ê Turan a

Tirk û Ereb û Ecem, şêx û axa û mel a
Nebin dirrik û kelem li me, ew derd û bela
Herkes, wekî bira be ne neyar û ne dujmin
Al a azadî rabe, «Bijî Kurdistan a min»

Herkes, piş û par axwe, hilde kelepûr axwe
Bigh ê dost û yar a xwe, ne be mûrre-mûrr a xwe

Herkes, bi çandîn a xwe, bê zirt û fort û çalim
Şabe, bijî jîna xwe, ne mezlûm û ne zalim

Eve jîn a însanî, ewe demoqrasî
Herkes li vî zemanî divê ku wî kirasî

Xwedevan ê delal î! ji we uzur dixwaz im
Guh ên xwe din viyalî, ji me hûn nekin gazin

Gav a ku em dibêjin: Tirk û Ereb û Ecem
Şêx û Mela qirêj in, bûne dirrik û kelem

Gemar û dîn genî ne, sextekar û yobaz in
Hêr û kerik, mejîn ê zirt, tewş û tolaz in

Veyan pirsên wekî wan, ku pê didin dijûn a
Wekî «segur ên Turan, zirmole yên dû qûn a»

Qest û armanc a me jê, ne xelk ê bê gunah in
Belkî meqseda me pê, bê namûs ê wek Şah in

Kenan Evren û Turxût, Şahînqeya, Celasûn
Cewr ê dêlêk ên qûn, rût, gur ên har ên, dev bi xûn

Alpaslan û Suleyman, Qral Huseyn û Seddam
Bê wijdan ên wekî wan, ku´b faşîstî dan e nam

Şêx û mela yên xaîn, axa û beg ên zirtol e
Sextekar ê direwçîn ku´j dujmin ra bûne kol e

Cerd û talan û dizî, ku pê dikin îftixar
Xwe yê dîrok a rizî xûnxwar û hov û barbar

Ku´j navhend a Asya´yê, wekî gurên devbixûn
Bela serê dunya yê hatin wan qeşmer ê sûn

Tirk û Tacik û Moxol, Ûygûr û Tat û Tatar
Diz û virek û zirmol, dij û zirtek û gemar

Ku´b zirt û fort û pa bûn, kar ên bav û kal ên wan
Li ser piştên hespa bûn, kirt û pirt û mal ên wan

Bê wijdan û xaîn ê bê ar û şerm û fedî
Kelepûr û çandîn ê me, lê ku bûne xwedî
---------------------------------------------------------------
* Karmûç: Gundek ê Filla ye li Xelat ê li ser rîya Bilîs ê ye.

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.