Bê bexte

Bê bextê

Xwezî min ji te hez ne kira!
Bi dilê rast bi ruh û can!
Stûxwar hîştim li ber dîwara,
Ji xwe re dikî kêf û seyran!

Dev bi girî dil bi xwîn im,
Wekî bilbil ez dixwînim,
Îro sê rojê min temam,
Ez digerim te nabînim!

Li ber min digirî li derva dikenî!
Min nizanî tu ewqas bi fenn î,
Evîndarê bejna te me,
Gelo çima min dixapînî?

Ez aşiqê te me bi rastî,
Te kêr gîhandiye hestî,
Min qiyamet bi çavan dî,
Ku min ji te hezkir bi stûyê şikestî.

Tu şirînî wek şerbetê,
Min bi çavan dît û dil ketê,
Perîşan im li cîhanê,
Ji ber sozê te bê bextê!

İdî li te nakim silavê,
Li te çav reşê bejin ziravê,
Bese idî min nexapîne!
Ax zalimê xayîn bavê.

M.Nureddin Yekta

Social